Wezîrê berê yê ji Amedê di hewzê de mirî hat dîtin

30-08-2023
RÛDAW
Nîşan Çandinî û Ajeldariyê yê Tirkiyeyê Kutbettin Arzu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê berê yê Xurek, Çandinî û Ajeldariyê yê Tirkiyeyê Kutbettin Arzu li Yalovayê di hewz de mirî hat dîtin.

Kutbettin Arzu ji navçeya Çinara Amedê ye û sala 2015an wek wezîrê Xurek, Çandinî û Ajeldariyê yê Tirkiyeyê kar kiribû.

Kutbettin Arzu ku bi hevjîna xwe re ji bo çûbûTesîsên Termal ên Parlamentoya Tirkiyeyê yên li Yalovayê, derdora saet 10.30î ket hewza termal.

Arzuyê ku eşkere bû, pêşdatir nexweşiya wî ya dil hebû, di hewz de aciz bû.

Karmendên otêlê dîtin ku Arzu di hewz de ji xwe va çûye û midaxeleya ewil li vir hat kirin.

Piştî ku ekîbên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê û tesbît kirin ku Arzu miriye.

Lêkolîna dozger û ya ekîbên cihê bûyerê didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst