Rapirsî - Diyarkirina meaşê herî kêm bandoreke çawa li dengderan kiriye?

29-12-2024
RÛDAW
Nîşan Area Rapirsî Dengder Meaşê Herî Kêm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînê ya AREAyê diyarkirina meaşê herî kêm bandoreke neyînî li dengderên partiyan nekiriye û rêjeya dengên AK Partiyê ji yên CHPyê zêdetir e.

Lê di rapirsiyê de rêjeya dengên “bê biryar”an jî zêdeyî ji sedî 20 e.

Kompanyaya Lêkolînê ya AREAyê encamên rapirsiya “Piştî diyarkirina meaşê herî kêm rewşa dengderan” eşkere kir.

Rapirsî li 26 parêzgeh û 87 navçeyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gel 2 hezar û 24 kesan hatiye kirin.

Li gorî rapirsiyê ji sedî 20,7ê dengderan “bê biryar” in û rêjeya dengên AK Partiyê jî ji sedî 23,8 e.

Herwiha ji sedî 21ê beşdaran gotiye ew dê dengê xwe bidin CHPyê û rêjeya dengên DEM Partiyê jî tenê ji sedî 6,8 e.

Kompanyaya AREAyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji dengdêran “Piştî diyarkirina meaşê herî kêm eger îro hilbijartin bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” pirsî.

Encamên rapirsiyê bi vî rengî ne:

AK Partî: Ji sedî 23,8

CHP: Ji sedî 21

MHP: Ji sedî 8

DEM Partî: Ji sedî 6,8

IYI Partî: Ji sedî 5,6

Partiya Zafer: Ji sedî 3,6

Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 3

DEVA: Ji sedî 1,4

Bê Biryar: Ji sedî 20,7

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst