Li xwendekarê xwedî pêwîstiyên taybet xistin û bi zorê dan lîstin

29-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeke ciwan li dibistaneke Tirkiyê li zarokekî xwedî pêwîstiyên taybet, xistin û henekê xwe pê kirin û dîmenê wî kişandin û paşê jî li ser medyaya civakî belav kirin. Ew dîmen li ser medyaya civakî bû sedema bertekên zêde.

Li navçeya Eregli ya ser bi parêzgeha Zonguldakê li Tirkiyê, di dibistaneke amadeyî de çend xwendekaran di pola xwendinê de li dora zarokekî xwedî pêwîstiyên taybet kom bûn û henekê xwe pê kirin.

Heman xwendekaran piştî demekê li wî xwendekarê pêwîstiyên taybet xistin û bi zorê dan lehîstin û dîmenê wê yekê jî tomar kirin û paşê jî li ser medyaya civakî belav kirin.

Ew dîmen di medya civakî de bûn sedema nerazîbûneke zêde.

Li  gorî agahiyên di medyaya Tirkiyê de de hatîn belavkirin, ew xwendekarên ku li wî zarokî dane, ji dibistanê hatine avêtin û di derbarê bûyerê de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye despêkirin.

Navê xwendekarên ku li vî zarokê xwedî pêwîstiyên taybet ê bi navê N.G dane, wek M.D, Y.U û C.E hatine eşkerekirin.

Herwiha ji wan xwendekarên ku li vî zarokî didin û henekê xwe pêdikin 10 kes ji aliyê Rêveberiya Disiplînê ya Dibistanê ve ji dibistanê hatine dûrxistin û 4 xwendekar jî hatine desteserkirin û bo Beşa Zarokan a Rêveberiya Ewlekeriyê hatine şandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst