Ahmet Kaya – Berî 23 salan ji ber êş û kulên sirgûniyê dilê wî rawestiya

16-11-2023
RÛDAW
Nîşan Ahmet Kaya Salveger Koça Dawî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 23 sal di ser koça dawî ya hunermendê Kurd Ahmet Kaye re derbas dibin.

Ahmet Kaya di 43 saliya xwe de berî 23 salan ji ber krîza dil koça dawî kir.

Di sala 1999an de, dema ku ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Magazînê ve hat xelatkirin, wî Kurdbûna xwe eşkere kir û got, ew dê klîpekê bi zimanê Kurdî çêbike.

Ji ber gotina ku Kurd e û dê klîpeke bi zimanê Kurdî amade bike, Kaya di salonê de rastî êrişa nijadperestên Tirk hat.

Piştî çend rojan doz li dijî wî hat vekirin û bi 12 salan cezayê zindanê hate mehkûmkirin.

Hunermendê Kurd Ahmet Kaya neçar ma ku koçî derveyî Tirkiyeyê bike û berê xwe da Ewropayê û li Parîsê bicih bû.

Ahmet Kaya 16ê Çiriya Paşîna 2012an li Parîsê koça dawî kir û li goristana navdar a wî bajarî Pere Lachaiseyê hat veşartin.

Ahmet Kaya

  • 28ê Cotmeha 1957an li Meletiyê ji dayik bûye
  • Sala 1984an albûma xwe ya yekem belav kir
  • 1988an bi nav û deng bû 
  • 21 albûmên wî hene
  • 1999an ragihand ku ew dê klîpeke bi zimanê Kurdî çêbike
  • Li ser vê yekê bi 12 sal cezayê zindanê hat mehkûmkirin
  • 1999an li Parîsê bicih bû
  • Sala 2000î bi krîza dil li Parîsê koça dawî kir
  • Cenazeyê wî li goristana Pere Lachaiseyê nêzîkî gora Yilmaz Guney hat veşartin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst