Erdogan: Em bangî Qendîlê nakin!

8 demjimêr berê
Nîşan Erdogan Qendîl Pêvajoya Çareseriyê Bang PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyîp Erdogan got ku ew ji bo “pêvajoya aştiyê” bangî Qendîl û Rojavayê Kurdistanê nakin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna koma AK Partiyê de axivî.

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî 1ê vê mehê silav da DEM Partiyê û 22yê mehê jî got ku bila Abdullah Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê biaxive PKKyê tasfiye bike.

Erdogan ji bo van tevger û daxuyaniyên wî spasiya Bahçelî kir û got:

“Ez li ser navê gelê xwe yê ezîz spasiya MHP û rêhevalê me yê Tifaqa Cumhurê Birêz Bahçelî dikim.

Wî bi awayê herî zelal nîşan daye ku hezkirina milet û welat çi ye.”

“Em bi ti awayî bangî Qendîlê nakin”

Erdogan amaje pê kir ku ew bi ti awayî bangî Qendîlê nakin û li pey çû:

“Em dê li nava Tirkiye, Îraq û Sûriyeyê têkoşîna xwe ya bi terorê re bi awayekî bibiryar bidomînin û tehdîd ji kû derê were em dê ji holê rakin.

Teror û siyaset, şidet û û demokrasî nayên kêleka hev.”

“Kurd û Tirk nikarin bêyî hev bijîn”

Recep Tayyîp Erdogan gotina Bahçelî ya bi rengê “Ferza dînî û siyasî ye ku Kurd û Tirk ji hev hez bikin” bi bîr anî û li pey çû:

“Kurd û Tirk nikarin bêyî hev bijîn. Di artêşa Alparslan de Kurd û Tirk û Ereb jî hebûn. Malazgîrt serkeftina hevpar a Kurd û Tirkan e.”

“Me komar bi hev re ava kir”

Erdogan anî zimên ku “gavên Bahçelî” derfeteke dîrokî ne û got:

“Birayê min ê Kurd, em ji te hêvî dikin ku tu vî destî ji dil û can bigirî.

Me komar bi hev re ava kir û ev komar a te ye jî. Were em dê bikin welatê dilxweşiyê û em ên ku kulmên xwe şidandine ji navberê derxin.”

Ahmet Ozer

Divê were gotin ku Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer vê sibehê hat desteserkirin.

Erdogan ev yek jî parast û got, “Dema endamên rêxsitina terorê Esenyurtê dişewitînin divê tu ji vê (ji desteserkirina Ahmet Ozer) aciz nebî. Em dev ji van gavên xwe bernadin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst