Kiliçdaroglu: Soz didim pirsa Kurdî çareser bikim

28-07-2020
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu CHP Pirsa Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku bi dehan salan e pirsa Kurdî nehatiye çareserkirin, lê ew soz dide ku wê pirsê çareser bike.

Serokê Giştî CHPê Kemal Kiliçdaroglu îro Sêşemê 28ê Tîrmehê di civîna koma partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de axivî.

Kemal Kiliçdaroglu amaje kir ku eger li Tirkiyê bibin desthilatdar dê destûreke nû amade bikin û ew destûr dê di berjewendiyên hemû kesê de be û got: “Divê destûr baweriyê bide mirovan. Îro daraz û parlamento di bin wesayeta sarayê de ne. Divê em wesayeta li ser darazeyê rakin.”

Kiliçdaroglu, herwiha soza çareserkirina pirsgirêka Kurd da û got: “40 sal in pirsgirêka Kurd tê nîqaşkirin. Sedema ku ev 40 sal in nayê çareserkirin kî ye? Ev 40 sal in otorîteya siyasî pirsgirêka Kurd çareser nekiriye. Niha hêzên desthilatdar ên rojavayî vê pirsê li dijî berjewendiyên Tirkiyê weke amûrekê dibînin. Ez soz didim ku vê pirsgirêkê li gor stantardên demokratik û di çarçoveya serxwebûna Tirkiyê de çareser bikim.”

Serokê Giştî CHPê herwiha anî ziman ku eger ew bibin desthilatdar dê yasayên hilbijartinê biguherînin û dê benda hilbijartinan rakin.

Ev yek di demekê de ye ku CHP ji bo çareserkirina pirsa Kurdî li ser raporeke nû dixebite.

Roja roja Şemiyê 25ê Tîrmehê CHPê li Enqerê 37emîn Kongreya  Asayî encam dabû û Kemal Kiliçdaroglu weke Serokê CHPê hatibû hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst