Stenbol îro deng dide kê?

28-05-2023
Loloxan
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan ‌Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Sultan Ehmed dibe şahidê biryareke girîng a Stenbolê. Piştî ku di gera yekem a hilbijartinan de kesekî nikarî zêdeyî ji sedî 50î dengan misoger bike, Erdogan û Kiliçdaroglu şewkê xwe diavêjin nav deryaya dengderan.

Li Stenbolê zêdeyî 11 milyon û 350 hezar dengder hene.

Di gera yekem de, ferqa dengên herdû berbijêran li bajarê xwedî du parzemînan, bi qasî mesafeya navbera peravên herdû aliyên Tengava Bosforê bû, Kiliçdaroglu ji sedî 48.5 û Erdogan ji sedî 46.6ê dengan bi dest xistibûn.

Tevî hebûna hejmarek rexneyên girêdayî mafên mirovan li dijî berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Erdoganê 69 salî, ku di 20 salên borî de endamtiya Tirkiyê di Hevpeymaniya NATOyê de û cihê cografya welatê xwe jibo çêkirina serdestiyeke navdewletî bikar anîbû, hewl dide 5 salên din bibe serokkomarê Tirkiyê.

Welatiyê ji Stenbolê Arif Portakal ku karê firoşyariyê dike, nêrîna xwe derbarê Erdogan de wiha tîne ziman: “Ev serkirdeyeke her sedsalî carekê tê. Destpêkê Mustefa Kemal Ataturk hat, piştre Erdogan e.”

Kiliçdaroglu yê temen 74 salî, berbijêrê Hevpeymaniya Millet e, bi bilindkirina dirûşmên vegerandina demokrasiyê, girîngîdana bi mafên jinan û şandina koçberên Sûriyê, hewl dide serkftinê bi dest bixe. Lê rapirsî nîşan didin ku ew yek zehmet e.

Melîke Menekcî, xwendekara zanîngehê dibêje: “Ez dixwaz im Tirkiye bê guhertin, ji ber ev sîstem ji niha û bi şûnde bi kêr nayê.”

Di hilbijartinên parlamentoyê de, AK Partî ya Erdogan 40 kursî, CHP ya Kiliçdaroglu 31 kursî û yên din 24 kursî li Stenbolê bidest xistibûn.

Îro cadeyên Stenbolê li ber navendên dengdanê qerebalixtir in, demjimêr 5ê êvarê dengdan bi dawî dibe û li gel tariya Meydana Teksîmê û ronahiya çirayên her pênc pirên Stenbolê, encamên dengdana çarenivîssaz jî hêdî hêdî zelal dibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst