Dengên li Ewropayê hatin bikaranîn bo Tirkiyê hatin veguhestin

26-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Dengdana Derve Dengên Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sindoqên dengdana serokkomariya Tirkiyê yên li welatên Ewropayê, rojên 25-26ê Gulanê bi 3 balafiran bo Tirkiyê hatin veguhestin.

Dengdana bo hilbijartina gera duyem a serokkomariya Tirkiyê li nûnertiyên derve yên Tirkiyê, roja 24ê Gulanê demjimêr 22:00 bi dawî bû. Dengdana li deriyên sînorî jî dê heta roja 28ê Gulanê demjimêr 17:00 berdewam be.

Li gor amarên Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) heta roja Pêncşemê 25ê Gulana 2023an demjimêr 20:00an li nûnertiyên derve yên Tirkiyê û deriyên sînorî bi tevahî milyonek û 900 hezar û 417 deng hatine bikaranîn.

Sindoqên li welatên Ewropayê bi 3 balafirên Kompanya Esmanî ya Tirkiyê bo Enqerê hatin veguhestin. Balafirek roja 25ê Gulanê demjimêr 19:15, balafirek roja 26ê Gulanê demjimêr 01:50 û balafira din jî roja 26ê Gulanê demjimêr 02:40 li Balafirxaneya Esenboga ya Enqerê veniştin.

Sindoqên dengdanê ji balafirxaneyê bo Komîsyona Hilbijartina Derveyî Welat a li ATO Congresium hatin veguhestin û dê roja 28ê Gulanê piştî bidawî bûna hilbijartinê bêne vekirin û hejmartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst