Dayikên Şemiyê qerenfîl danîn Meydana Galatasarayê

28-05-2021
RÛDAW
Nîşan Dayikên Şemiyê Meydana Galatasarayê Sezgîn Tanrikulu Pervîn Buldan Fehmî Tosun
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dayikên Şemiyê di 26emîn salvegera têkoşîna xwe de qerenfîl danîn meydana Galatasarayê ya ku ji bo wan hatibû qedexekirin.

Dayikên Şemiyê yên ji 27'ê Gulana 1995'an û vir ve 844 hefteye têkoşîn dikin, da ku li aqûbeta xizmên xwe yên di salên 1990'î de di bûyerên "Kiryarên nediyar" de winda bûn bipirsin, di 26emîn salvegera têkoşîna xwe de dîsa li Meydana Galatasarayê bûn.

Xizmên windayan yên ku çalakiyên wan ên li Meydana Galatasarayê bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve ji hefteya 700emîn ve hatine asteng kirin, li vir daxuyanî dan.

Çalakiya ku bi munasebeta 17-31 Gulanê Hefteya Navneteweyî ya Têkoşîna bo Windakiriyên Desteserkirî hat lidarxistin, Parlamenterê CHP Sezgîn Tanrikulu, Hevseroka HDPê Pervîn Buldan, Parlamenterên HDP Oya Ersoy û Dilşat Canbaz Kaya û Serokê Şaxa Stenbolê ya IHDê Gulseren Yolerî jî beşdar bûn.

Di dema çalakiya ku polîs bi danîna barîkatekê de hewl da pêşî lê bigire, xizmên windayan qerefîn danin qadê û daxuyanî dan.

Keça Fehmî Tosun ê ku di sala 1995an de li Avcilara Stenbolê dema desteserkirinê hatibû wendakirin Besna Tosun di çalakiyê de axivî û got “Piştî 26 sal e em dîsa li vê derê ne ji ber ku soza me ya edaletê ji dayikên me yên ku berî bigihîjin edaletê çûne rehmetê hene.”

Tosun di berdewamiya axavtina xwe de wiha got “Bi sedan mirov wek polîtîkaya dewletê hatin desteserkirin, qetlkirin û wendakirin. Li şûna zelalkirina çarenûsa windayan, yên ku vî welatî birêvedibin hewl dan ku me bi tundiyê bêdeng bikin. Ew bi van bariyerên polîsên ku li kolan û meydanan danîne hewl didin ku tawanên li dijî mirovahiyê hatiye kirin veşêrin. Lê heya ku em bijîn, em ê têkoşîna xwe bidomînin da ku vê rastiyê bidin xuyakirin. Heta ku em mirovên xwe yên wenda bibînin û yên ku wan wenda kirine li darizandinek adil hesap nepirsin, em ê dev ji vê meydana ku di tomarên me de cihê hevdîtina me ye bernedin.”

Piştî Tosun Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî got “Ev dê û ba niha ne li vê derê ne, koça dawî kirin çûn. Jiyana xwe ji dest dan lê mîrasa ku ji me re hiştine, mîras lêgerîn û dîtina zarokên me ye.”

Buldan di axavtina xwe de amaje bi wê yekê kir ku her ku diçe tevî astengî û zehmetiyan, zilma li ser kesên ku xizmên wan hatine wendakirin berdewam e û wiha got “Yên ku vê meydanê ji me re qedexe krine, bila bizanibin ku em ê ti carî dest ji lêgerîna xwe ya edaletê bernadin. Heya ku windahî neyên dîtin, kiryar bên darizandin û cezakirin, em dê li vê meydanê bin.”

Îkbal Eren birayê Hayrettîn Eren jî got “Windakirina di desteserkirinê de sûcê mirovahiyê ye. 26 sal in me ji kesên ku vî sûcî kirine li vê meydanê hesab pirsî, em ê pirsîna hesabê bidomînin. Em ê tucarî dev ji lêgerîna heq û edaletê ji bo hezkiriyên xwe yên ku we winda kirine bernedin. Yê ku Hayrettin Eren li Qereqola Gayrettepe winda kir Mehmet Ağar e, ku van rojan navê wî gelek caran tê bilêv kirin. Heya ku em bi Mehmet Ağar re rû bi rû dimînin, em dê li vê meydanê bin.”

Parlamenterê CHP Sezgîn Tanrikulu dibêje “Ev meydana Galatasarayê meydana hesab û rûbirûbûna bi paşerojê re ye. Qadeke hewariyê ye, qada şîna bêdawî ye. Lê em ê vê şînê biqedînin. Bêguman em dê ji van kujeran hesab bipirsin. Ew roj pir ne dûr in, ew roj nêz in. Niha tev cihê ku lê ne, di nav nivînên xwe de dilerizin. Em dê hesab bibipirsin, em dê dawiyê li vê hewarş û şînê bînin.”

Alî Ocak birayê Hesen Ocak wiha axivî “Eger hûn dixwazin dîroka torên kuştinê, çeteyan bizanibin, bîranînên ku me ev 26 sal in li vê meydanê çêkiriye di ber çavan re derbas bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst