'Li Stenbolê metirsî li ser 1.5 milyon yekeyên nişûtecihbûnê heye'

28-02-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Murat Kurum Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê yê Tirkiyê Murat Kurum ragihand ku li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê 1.5 milyon yekeyên niştecihbûnê hatine destnîşankirin ku bo erdhejê metirsîdar in û got ku ew dê wan bo du navendên sereke yên li aliyê Ewropa û Anadolê yên bajêr veguhêzin.

Wezîrê Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê yê Tirkiyê Murat Kurum roja Sêşemê 28ê Sibata 2023an li bajarê Hatay yê Tirkiyê derbarê rewşa dawî ya erdheja Mereşê û zerer û ziyanên ku piştî erdhejê li 11 parêzgeha gihiştine avahiyan de axivî.

Kurum ragihand ku wan piştî erdhejê milyonek û 521 hezar avahî pişkinîn kirine û got “202 hezar avahî divê bilez bên hilweşandin ku me zererek giran li wan destnîşankirine an jî hilweşiayane.”

Derbarê zerer û ziyanên li Hatayê jî Murat Kurum got “Me li Hatayê jî 60  hezar avahî destnîşankirine ku an hilweşiyane, an zererek zêde gihiştiye wan wan an jî divê bilez bên hilweşandin.”

Pişt erdheja 6ê Sibatê piraniya pisporên erdhejê pêşbîniya erdhejeke zêdeyî 7 pileya rîxterê li Stenbolê dikin û 16 milyon niştecihiyên wê nîgeran in. Wezîrê Jîngeh Bajarvanî û Guherîna Keşûhewayê yê Tirkiyê derbarê avahiyên li Stenbolê de jî got:” Em dê 1.5 milyon yekeyên niştecihbûnê ku bo erdhejê wek metirsîdar hatine destnîşankirin, bo dû navendên sereke yên li aliyê Ewropa û Anadolê  yê bajêr veguhêzin.”

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.7 û 7.6 ku navenda wan bajarê Mereşê bû, li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, yên Mereş, Dîlok, Semsûr, Riha, Amed, Meletî, Kilîs, Hatay, Osmaniye, Edene û Xarpêtê bûn sedema mirin û birîndarbûna bi deh hezaran kes.

Serokkomarê Tirikiyê Recep Tayîp Erdogan  roja Dûşemê 27ê Sibata 2023an ragihand ku di wan erdhehan de bi giştî 11 parêzgehan 44 hezar û 374 kesan canê xwe ji desta dane û û zêdeyî 115 hezar welatî jî bi birîndarî ji bin kavilan hatine rizgarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst