Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 100 kes bi tohmeta ku di nav DAIŞê de dixebitin hatin desteserkirin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku wan di oparasyonên bi navê “Gurz-41 û Gurz-42”ê de Stenbol, Enqere û Amed jî di nav de li 24 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyon kirine.
Alî Yerlîkaya da zanîn ku operasyon ji aliyê Birêvebiriya Polîsan a Parêzgehan û Fermandariya Cendirmeyan a Parêzgehan ve bi koordînasyona Serdozgeriya Komarê, Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê û Birvebiriya Îstixbaratê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan hatine kirin.
Bi gotina Alî Yerlîkaya, 100 kes bi tohmeta endamtî û propagandaya DAIŞê hatine desteserkirin.
Yerlîkaya da zanîn ku ew kesên hatine desteserkirin di nav DAIŞê de dixebitin, ji rêxistinê re aboriyê temîn dikin û li ser hesabên xwe yên medyaya civakî propagandaya wê dikin.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê her wiha da zanîn di operasyonan de dokumanên rêxistinî û melzemeyên dijîtal jî hatine bidestxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse