Deynên li îcrayê 6 milyar dolar derbas kirin

28-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îcra Deyn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber deynan tenê di hefteyekê de 155 hezar û 829 dosyeyên nû gihiştine daîreyên îcrayê û niha deynê welatiyan ê li îcrayê 6,4 milyar dolar derbas kiriye.

Parlamenterê CHPyê Omer Fethî Gurer derbarê wan kesên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê deyndar in û ji ber deynan dosyeyên wan gihiştine ber destê daîreyên îcrayê lêkolînek kiriye û wî encamên lêkolîna xwe belav kirin.

Li gorî lêkolînê tenê di hefteya dawî de 155 hezar û 829 dosyeyên îcrayê gihiştine ber destê daîreyên îcrayê.

Ji sersalê heta niha 696 hezar dosyeyên nû gihiştine ber destê wan daîreyan. Wate bi awayekî navendî rojane derdora 22 heta 25 hezar kes ji ber deynan dosyayên ji îcrayê re tên şandin.

Deynên îcrayê jî tenê di nav hefteyekê de bêhtirî milyarek lîreyî zêdetir bûye û bi giştî gihiştiye 194 milyar û 215 milyon lîreyan ku dike zêdetirî 6.4 milyar dolarên Amerîkî.

Li gorî lêkolînê bi giştî hejmara dosyeyên li ber destê daîreyên îcrayê gihiştiye 23 milyon û 289 hezaran.

Eger her dosyeyek derbarê kesekî de be wate li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji her 4 kesan kesek ji ber deynê xwe bi îcrayê re rû bi rû ye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dema kesek nikare deynê xwe bide banka, kes an jî saziyekê mafê aliyê beramber heye bi rêya hêza dewletê wî deynî wergire.

Ji bo bicihkirina wî karî jî daîreyên îcrayê hene û wan deynan ji kesên deyndar werdigirin.

Eger ew kesên deyndar nikaribin deynê xwe bidin, daîreyên îcrayê ji ber wî deynî dikarin dest dayînin ser mal, milk û hemû tiştê aliyê deyndar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst