Dêya 6 zarokan xeniqand

27-12-2023
Nîşan Bayburt Jin Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Bayburtê yê Tirkiyeyê aşpêjê bi navê Fuat Sagut, Fîlîz Çankırogluya ku berê pê re li heman xwaringehê dixebitî xeniqand.

 Bûyerê şeva borî li Taxa Valî Nîhat Uçyildizê, li malekê rû da.

Dêya 6 zarokan e

Li gorî agahiyan, Fuat Sagutê (45) ku li xwaringehekê aşpêj e Fîlîz Çankırogluya dêya 6 zarokan xeniqand.

Hat zanîn ku Fîlîz Çankıroglu û Fuat Sagut berê li heman xwaringehê dixebitîn.

Piştî agahîdayîna şêniyên avahiyê, polîs çûn cihê bûyerê û wan Fuat Sagut desteser kir.

Tîmên tenduristiyê jî termê Fîlîzê rakir morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bayburtê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst