Înê bû dayîk, yekşemê hat kuştin

22-01-2024
Nîşan Mêrdîn Jin Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê jina 25 salî ya ku roja înê bû dayîk, şeva borî hat kuştin.

Li gorî nûçeya DHAyê bûyerê li gundê Darayê rû daye.

Vatfa Ecevîta ku roja înê zaroka wê çêbû doh vegeriya mala xwe lê di navbera wê û hevjînê wê de nîqaş çêbû.

Piştî ku nîqaş gur bû hêvjînê wê ew da ber kêran.

Tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û wan jina birîndar rakir xweşxaneyê lê Vatfa ji mirinê nefilitî.

Li aliyê din, cendirmeyan hevjînê wê Şiyar Ecevît desteser kir.

Li aliyê din, Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê ragihandibû ku sala 2023yan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 424 jin hatine kuştin.

Piraniya wan jinan ji aliyê hevjîn, xoşewîst, bira û bavê xwe ve hatine kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst