Doza kuştina malbata Kurd a Dedeogullari îro li Çaremîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hat dîtin
Hewlêr (Rûdaw) – Doza derbarê kuştina 7 endamên malbata Dedeogullarî de bo 17ê Mijdara 2022yan hat paşxistin. Parêzerê Malbatê Atilla Kart got: “Temamê belgeyan hene ku tawanê piştrast dikin, lê Dadgeha Konyayê û dozger naxwazin rastî derkeve holê.”
Doza kuştina malbata Kurd a Dedeogullari îro li Çaremîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hat dîtin. Di dozê de 13 kesên ku bi tohmeta destê wan di komkujiya wê malbata Kurd de hebûye hatibûn desteserkirin, lê 12 hatine azadkirin û tenê kujer Mehmet Altun bi awayekî girtî tê darizandin.
Doza derbarê kuştina 7 endamên malbata Dedeogullari li navçeya Meram a Konyayê îro li 4emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê hat dîtin û doz bo 17ê Mijdara 2022yan hat paşxistin.
Parêzerên malbatê, Atilla Kart û Abdurrahman Karabulut û parêzer ûmafnas Hişyar Ozalp piştî civîna dadgehê ji Rûdawê re axivin.
“Rê li ber lêkolînan tê girtin”
Parêzerê Malbata Dedeogullari Atilla Kart diyar kir ku dadgeh rê li ber lêkolînên berfereh digre û xwe ji ber belgeyan vedidize û got: “Dozger di rûniştina îro de ji ber komkujiya Mehmet Altun 7 caran cezayê heta hetayê xwest. Balkêş e, helbet em bi hinek nêrînên wî re hevigir in, lê di wê xalê de fikarên me yên pir cidî hene. Giliyên me yên tomarkirî hene. Her wiha ji bilî Alî Keleş der barê bersûcên din de jî derbarê teşwîqkirina kuştinê de nêrînek da. Ev di eslê xwe de ramanek rast e, lê wekî rastdariyek pir qels e.”
“Dozger dlîlên qels pêşkeş dike”
Atilla Kart amaje bi wê yekê kir ku dozger nexwe jî naxwaze tiştên ku bixwe dibêje ji aliyê dadgehê were qebûlkirin û delîlên qels pêşan didde û wiha pê de çû: “Ez hêvî dikim ku ez di vê xalê de xelet bim, lê em bi xurtî dizanin ku dê tişt bi vî rengî bimeşin. Ji ber ku dozger naxwaze lêkolîn ji bo piştgiriya raya dozger were kirin. Çawa ku dozger naxwaze lêkolîn were kirin, dadgehê jî daxwazên me yên ji bo lêkolînkirina dîmenên du deqeyan ên komkujiyê, deqeyên hevdîtinên kujer ên bi 112 re û şaxa ewlekariya giştî ya 2ê Tebaxê re piştî komkujiyê red dike.”
Bi gotina Kart dadgeh naxwaze kesên li pişt êriş eşkerekirin û ew dibêje: “Sedema vê yekê çi ye? Li gorî tesbîtan kesên ku hêza rayagelemperî bi kar tînin hene, rayedarên dewletê jî hene. Wêneyê mezin dê derkeve holê û bi vî awayî dadgeh jî dixwaze nîqaşa sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê asteng bike. Ew encamên ku dê li ser wê mijarê derkevin holê asteng dike. Bingeh ev e.”
“Dadgeh naxwze kesên li pişt komkujiyê bêne eşkerekirin”
Kart tekez kir ku dadgeh naxwze hevkar kujer û kesên ku ew handane were eşkrekirin û got: “Dema em li dadgehê dinêrin, bi rastî jî rewşa ber bi vê xala ku me di destpêka lêpirsînê de behs kiribû diçe. Ew dê kujer ceza bike, ev yek serê xwe. Li wêneyek heye, komkujî hema hema li ber çavan bi eşkere bûye. Kujer tê were cezakirin û tiştek ku li ser wê nîqaş bikin tune. Lê dadgeh dê derbarê kesên din de biryara beraetê bide. Lê ez hêvî dikim ku em xelet bin. Ji ber nebûna delîlan dê biryara beraet bidin. Ew xwe ji lêgerîna delîlan dûr dixin. Naxwaze delîlên piştrastkirî derbikevin holê.”
“Ev qirkirin e”
Herî dawî Kart got: “Dadgeh û dozgeriyê nîşan da ku di destpêka lêpirsînê û destpêkirina dozê de ji çarçoveya ku ji bo wan hatiye kişandin dernekevin. Ez bi kurtasî, ez dubare dikim. Yek, kujer dê bê cezakirin, ev eşkere ye. Li aliyê din jî dê ji bo kesên handerên vê komkujiyê biryara beraetê bê dayîn. Jixwe em vê diyar dikin. Helbet ev yek nayê qebûlkirin. Hemû parêzerên me îro ev yek bi awayekî zelal rave kirin. Li gorî tesbîtan, ji bilî tawanên li dijî mirovahiyê, şert û mercên qirkirinê hene. Ez bi rastî î naxwazim vê yekê bibêjim, lê wêne ev e, şert û mercên qirkirinê hene. Min bi xwe di danişînê de ev yek anî ziman. Di destpêkê de min nirxandina sûcê li dijî mirovahiyê kir, lê na, di vê xalê de ku em gihîştinê wê raya ev komkujî ji sûcên li dijî mirovahiyê zêdetir bi armanca qirkirinê hatiye kirin. Bi vê ferasetê em dê bi biryar bin ku ji niha û pê ve di hemû qonaxan de dozê bi biryardarî û bi berpirsyarî bişopînin.”
Hişyar Ozalp: Partiyên Kurdan xwedî li dozê derneketin
Parêzer û mafnas Hişyar Ozalp jî ku ji bo piştgiriya parêzerên dozê li Konyayê ye, li pêşiya dadgeha Konyayê ji Rûdawê re got, partî û dezgehên Kurdan li doza Konyayê xwedî derneketin.
Ozalp dibêje: “Temamê belgeyan hene ku tawanê piştrast dikin, lê Dadgeha Konyayê û dozger naxwazin rastî derkeve holê. Eva ku hatiye kirin, komkujiyek e li hemberî malbateke Kurd.”
Kesê bi navê Mehmet Altun roja 30 Tîrmehê li navçeya Meramê ya Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû ku ji Qersa Bakurê Kurdistanê bûn û 7 endamên malbatê bikom kuştibûn û agir berdabû xaniyê wan.
Malbata Dedeogullari, berî bi 30 salan ji Qersa Bakurê Kurdistanê çûbûn Konyayê û heyama 15 sal bûn li navçeya Meramê bicîh bûbûn û li gor gotina wan 15 sal in bi berdewamî ji aliyê nijadperestên Tirk ve, sivkayetî bi wan dihat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse