Şawata: Me fîlmê Ahmet Kaya ji bo pere nekişand

27-08-2021
RÛDAW
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Ahmet Kaya Ganî Rizgar Şawata Gulten Kaya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derhêner Ganî Rizgar Şawata ku di pêvajoya çêkirina fîlmê hunermendê navdar ê Kurd Ahmet Kaya de bi malbata Ahmet Kaya re dadgehî bûbû, diyar kir ku wan fîlm bi mebesta pere karkirinê çênekirine.

Hevjîna Ajmet Kaya, Gulten Kaya dozên ku li djî X Yapim a ku kişandina filmê 'İki Gözüm Ahmet’ (Herdu Çavên Min Ahmet) li xwe wergirtibû wendakir. Dadgeha Edlî ya Stenbolê biryara redkirina daxwaza `tedbîra îhtiyadî` ya Gulten kaya da. Piştî biryarê hate ragihandin ku fîlm îro (27 Tebaxa) li Tirkiyê û di 2yê Îlonê d jî li Ewropayê bikeve vîzyonê.

Ganî Rizgar Şawat ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku film ji ber dozan dem wendakirine û ji ber ku Ahmet Kaya hunermendê gel e divê fîlmê wî bihata Kişandin. Şawata diyarkir ku di derbarê çêkirina fîlm de ew rastî rexneyên neheq hatine.

Ganî Rizgar Şawa got “Gava beha Ahmet Kaya hatkirin, dê mirov bisekine. Zehmet e ku meriv Ahmet Kaya vebêje. Eger me êşa wî di dil de hîs kiribe, ew deynê gunehê me ye.Berî her tiştî divê em Ahmet Kaya nas bikin. Ahmet Kaya çima mir? Bi ya min Ahmet Kaya şehîd e. Yên ku ji bo welat, ji bo ax, ji bo yekîtî û aştiyê dimirin şehîd in. Ahmet Kaya mirovekî aştîxwaz û evîndarê ye. Piştî Yilmaz Guney, Ahmet Kaya. Yên ku sînema û muzîka Tirkiyê bi cîhanê dan nasîn ev in. Em jî ew hunermendên ku wan dişopînin in.”

Şawata ji Rûdawê re got jî “Ji bo fîlmê Ahmet Kaya dadgeh, darizandin û înfazên bê daraz hebûn. Dadgeh bi ser ketin, doza rastî hat çareserkirin. Ev ne Fîlmê Ganî Şawata û an jî Omer Demîral e, fîlmê hemû gelan e. Em dereng man, dadgeh û pandemî pêvajoyê dereng xistin. Li welat felaket berdewam dikin. Lê yê ku ji wan hemûyan vedibêje Ahmet Kaya ye. Xwezî ew sax bûya, em ê tev bi hev re biçûna karesata lehiyê. Xwezî em bi stranên xwe bi gelê xwe re bûna. Hunermed muxalîf e. Ahmet Kaya jî yek ji van bû, bi mazlûman re ye. Ahemt Kaya di sala 1999an de bi awayekî bê daraz hat înfazkirin û ji welatê xwe dûr cane xwe ji dest da. Me jî 3-5 kesan dest da hev û me got emê vî fîlmî bikşînin. Hinek astengî çêbûn. Xwestin ku Ahmet kaya bi perê dewletê bikşînin. Lê Ahmet kaya gel bû. Divê gel ahmet kaya bikişanda. Îro jî me pêvajoyê kar kir. Di 27ê Tebaxê de li hemû sinemayan be. Di 2yê Îlonê de jî li Ewropayê berdewam bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst