Hevserokê PÎAyê: DEM Partî nêzî Tifaqa Kurdistanî nabe

25-01-2024
Omer Sonmez
Hevserokê PÎAyê Ahmet Kaya/Wêne: Rûdaw
Hevserokê PÎAyê Ahmet Kaya/Wêne: Rûdaw
Nîşan Ahmet Kaya PÎA DEM Partî Tifaqa Kurdistanî Hilbijartinên Herêmî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Hevserokê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya, li Stenbolê ji Rûdawê re axivî û got, “DEM Partî, ji bo hilbijartinên herêmî bi dilgermî nêzî Tifaqa Kurdî nabe.”

Kaya da zanîn ku, ew wek PÎA bi DEM Partiyê di nav pêwendiyan de ne lê niyeta DEM Partiyê nîne ku vê carê bi partî û hereketên Kurdistanî re tifaqê bike.

Hevserokê PÎAyê got, DEM Partî ji ber tecrubeya tifaqa 2019an ya hilbijartinên herêmî û mînaka hevşaredarê Pîranê vê carê wê “Tifaqa Kurdistanî” dirist neke.

Hevserokê Partiya Însan û Azadiyê Ahmet Kaya di hilbijartinên 2019an de ji kontenjana tifaqê bûbû hevşaredarê navçeya Erxeniyê ya Amedê lê pişt re qeyûm li şuna wî hatibû danîn.

Kaya, li gel ku bi biryara dadgehê beraata xwe standibû û biryara vegera ser kar jê re hatibû dayîn jî, Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê rê neda ku dest bi wezîfeyê bike.

Hevserokê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya, li ser mijarên hilbijartinên herêmî, politikaya DEM Partiyê û egera jinûveavakirina “Tifaqa Kurdistanî” ji nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê Omer Sonmez re axivî.

“Divê mînaka xirab ji bo Tifaqa Kurdistanî nebe pîvan”

Hevserokê PÎAyê Ahmet Kaya got, “Bi rastî di 23ê Kanûna Paşîn de jî bi DEM Partî re hevdîtina me çêbû lê awayê xuya ye wê tifaq çênebe.

DEM Partî, di vê pêvajoyê de ji bo hilbijartinên herêmî bi dilgermî nêzî Tifaqa Kurdî nabe.

Li gorî DEM Partiyê, tifaqa 2019an bi serkeftî nebûye. Mînaka Pîranê nişan didin, lewra derbasî AK Partiyê bû.

Li gorî me, divê ev mînaka xirab ji bo tifaqeke girîng a Kurdistanî de nebe pîvan. Lewra li cihê din gelekî serkeftî derbas bûye.

Tiştê ku dibêjin hincet e, tiştek cidî nîne. Ji loma jî bi qasî em fêm dikin DEM Partî naxwaze tifaqê çêke. Li gorî me divê siyaseta Kurdî hêza di deste xwe de baş bi kar bîne.”

DEM Partî, ji bo hilbijartinên herêmî amadekarî û pêşhilbijartinên xwe yên ji bo diyarkirina nazmedên hevşaredariyê didomîne.

DEM Partî wê li tevahiya bajar, navçe û bajarokên Bakurê Kurdistanê bi namzedên xwe tevlî hilbijartinan bibe.

Lê DEM Partiyê hîn jî ji bo Stenbol û bajarên mezin ên Tirkiyeyê namzedên xwe destnîşan nekirine û hîn jî biryara xwe xwe ya dawî nedaye.

HDPyê di hilbijartinên herêmî ên sala 2019an de, li Bakurê Kurdistanê bi çend partî û hereketên Kurdistanî re “Tifaqa Kurdistanî” ava kiribû û li çend navçeyan namzedên wan kiribûn hevşaredar.

Lê hevşaredarê Pîranê yê ji kontenjana Platforma PDK-Bakur, Felat Aygoren ji HDPyê îstîfa kiribû û derbasî AK Partiyê bûbû.

Pişt re jî jixwe qeyûm li piraniya şaredariyên HDPyê hatibûn danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst