Dusseldorf (Rûdaw) - Li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê îsal Festîvala 2yemîn a Fîlmên Kurdî tê lidarxistin.
Bernameyeke çar rojî ya têr û tije ji bo wê hatiye danîn.
Rewend Cewad, yek ji organîzatorên festîvalê, mêvanê Diyasporayê bû û got ku îsal dê 5 rojên festîvalê nêzîkî 40 fîlmên her çar parçeyên Kurdistanê bên nîşandan.
Festîvala 2yemîna Fîlmên Kurdî ji 23 heta 27ê Nîsanê berdewam dike.
Belgefîlmeke Rûdawê tê nîşandan
Rewend Cewad her wiha got ku belgefîlma “Wêneyên Enfalkirî yên Nedîtî” ku berhema Tora Medyayî ya Rûdawê ye, di roja duyem a festîvalê de tê nîşandan.
Ji bilî nîşandana fîlman, du panel û civîneke pirtûknasiyê ji bo du romanên Bakur û Rojavayê Kurdistanê tên lidarxistin.
Rewend Cewad derbarê fîlmên festîvalê got ku piraniya fîlmên beşdarî festîvalê dibin nû ne û di van çend salên dawî de hatine çêkirin.
15 belgefîlm û 19 kurtefîlm pêşbaziyê dikin
15 belgefîlm û 19 kurtefîlm ji bo bidestxistina xelatan pêşbaziyê dikin û fîlmên din jî di derveyî pêşbaziyê de ne û hemû fîlm bi jêrnivîsên Almanî yan jî Îngilîzî tên nîşandan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse