Moskow (Rûdaw) - Festîvala 47emîn a Fîlman a Navneteweyî ya Moskovayê berdewam dike û fîlmeke Kurdî jî ji bo xelatê hevrikiyê dike.
Piraniya fîlmên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Moskovayê ku 17ê Nîsanê dest pê kiriye, li holên Sînemaya Karo Oktyabrê tên nîşandan.
Di çarçoveya Festîvalê de ji temaşevan re zêdetirî 200 fîlmên ji 50 welatan tên pêşkêşkirin.
Lê tenê 13 fîlm ji 13 welatan ji bo xelatên pêşbirka sereke de cih digrin û di nav wan de fîlma bi Kurdî ya bi navê “Demsala Nan” jî heye.
mirov dikare hejmara flmên Kurdî yên ku heta niha beşdarî Festîvala Fîlman a Moskowê bûne, bi tiliyên destekî bijimêre.
"Ez deyndarê fîlmsazên Sovyetê me"
Derhênerê fîlma Demsala Nan Enwer Hesenpûr ji ber başdarbûna festîvalê kêfxweşiya xwe wiha anî zimên:
"Moskow ji bo me taybetiya xwe heye. Ji ber ku ez bi xwe, her çi di sînemayê de fêr bûme, ez hemû deyndarê fîlmsazên berê yên Sovyetê me.
Beşdarîkirina me di vê festîvalê de ku ji aliyê Eyzenşteyn hatiye avakirin, ji bo min tiştekî mezin e. Loma jî ez gelekî kêfxweş im."
"Jiyana Kurdan tenê di nav çiyayan de derbas nabe"
Derhênerê fîlma Demsala Nan Emîr Hesenpûr li ser fîlma xwe wiha axivî:
"Fîlmê Desala Nan, peyama me ya bi Demsala Nan ew e ku jiyana Kurdan ne ew jiyan e ku tenê di nav çiyayan de derbas dibe.
Jiyana Kurd, jiyaneke li bajaran jî heye. Her wiha me xwest em nîşan bidin ku li welatekî mîna Tirkiyeyeyê, çawa gelê Kurd, bi şiklekî tarîxî ve tê îstîsmakirin.
Ne tenê wek di warê neteweyîtî de, belkî di warê aboriyê de û bi warê siyasî de jî."
Du birayên derhêner ên fîlma "Demsala Nan", ji Mahabada Rojhilta Kurdistanêne ne.
Lê fîlm li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê hatiye girtin û hemû lîstikvanên fîlmê jî Amedî ne.
Sînemya Kurdî li Rûsyayê pir kêm tê naskirin lê tevî vê yekê jî rexnegir û pisporên sînemayê di wê baweriyê de ne ku di mînaka fîlma "Demsala Nan" de, sînemya Kurdî dikare îdia bike ku ew êdî xwedî stîl û destxeteke xwe ya taybet e.
"Fîlma Demsala Nan mîna çalakiyeke Çexovwarî ye"
Rexnegirê sînemayê û Endamê Komîteya Hilbijartina Fîlman a ji bo Festîvala Moskowê Sergey Lavrentyev fîlma "Demsala Nan" wiha pênase kir"
"Fîlmeke gelek ciwan û xweş e li ser jiyanê. Li ser jiyaneke asayî, li ser jiyana mirovên asayî. Eynî mîna li cem Çexov.
An ku çend kes rûniştne firavînê dixwin, tenê fîravinê dixwin lê di heman demê de çarenûsa wan hildiweşe: Wekî ku di hevokeke klasîkî de tê gotin.
Fîlma han jî mîna çalakiyeke Çexovwarî ye. Ev fîlm şayîsteya wê ye ku li her derê cîhanê bê nîşandan.
Eger li Kurdistanê fîlmên wiha tên girtin, bê guman, divê ew bigihêjin camîayeke gelekî berfireh."
Demsala Nan di çarçoveya festîvalê de seranserê du rojan li holên sînemayê yên cuda yên Moskowê tê nîşandan.
Xelatgirên Festîvala 47emîn Fîlman a Navneteweyî ya Moskovayê dê 24 Nîsanê (îro) di rêûresmeke taybet de bên eşkerekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse