Hilbijartinên Serokkomariyê ya Tirkiyê: Hemû aliyên siyasî daxwazê ji xelkê dikin ku biçin ser sindoqan

27-05-2023
Zînê Cahîde Akgul
Hilbijartinên Serokkomariyê ya Tirkiyê: Hemû aliyên siyasî daxwazê ji xelkê dikin ku biçin ser sindoqan
Hilbijartinên Serokkomariyê ya Tirkiyê: Hemû aliyên siyasî daxwazê ji xelkê dikin ku biçin ser sindoqan
Nîşan Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di dîroka sîyasî ya Tirkiyê de cara yekem e ku gera duyemîn a hilbijartina serokkomariyê tê kirin. Berbijêrê ku bê hilbijartin dê 5 salan bibe 13emîn serokkomarê Tirkiyê.

Li gor encamên hilbijartina 14ê Gulanê zêdetirî 8 milyon dengder neçûne ser sindoqan ku dike %13ê hemû dengderan û banga berbijêran taybet bo wan dengderan e ku biçin dengê xwe bikar bînin.

Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayip Erdogan roja dawî ya propagandeya hilbijartinê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got, “Banga min bo her şexsekî miletê min e, bê te nabe. Sibê ji bo serkeftina Tirkiyeya mezin em bi hevre biçin ser sindoqan. Ew îradeya 14ê Gulanê diyar bû, em vê carê bihêztir di serokkomariyê de nîşan bidin. Bi dengên xwe em sedsala Tirkiyê bidin destpêkirin.”

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu jî ji destpêka proseya hilbijatinan ve bi yek sloganê bang li dengderan dike û dibêje yên ji welatê xwe hezdikin bila biçin ser sindoqan.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu anî ziman, “Tu ji min hez bikî û nekî jî ez qebûl dikim. Lê ji bo aboriyê biryar bide, eger ew biserkevin dê dolar derkeve 30 lîreyan. Ji bîr neke tu dengê xwe ne ji bo min didî tu ji bo xwe didî. Yên ji welatên xwe hez dikin bila bên ser sindoqan.”

Yek banga çûna ser sindoqan jî ji Partiya Çepên Kesk hat ku piştî lihevkirina Kiliçdaroglu ligel Serokê Partiya Zaferê alîgirên wê partiyê nerazîbûn nîşan dabûn û bijardeya boykotê xistibûn rojevê.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk got, “Di hilbijartinê de du bijarde hene Erdogan û Kiliçdaroglu, em dê Kiliçdaroglu hilbijêrin. Em dibînin di demên dawî de ji ber gotinên netewperest xelkê me hinek sar bûye, ya rastî heman tiştî em jî dijîn. Lê divê em neyên dek û dolaban û di vê hilbijartinê de em bi giştî bi hevre biçin ser sindoqan.”

Di gera duyem a hilbijartina roja Yekşemê 28ê Gulanê de li seranserê Tirkiyê li 973 navçe û hezar û 94 desteyên hilbijartinên navçeyê dê zêdeyî 191 hezar sindoq bên danîn û li navxweyê Tirkiyê zêdeyî 60 milyon dengder bikaribin dengê xwe bidin. Dengdan demjimêr 08:00 destpê dike û demjimêr 17:00 bi dawî dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst