Parlamenterê CHPyê li ber wezaretê dest bi çalakiyê kir: Elektrîka Mêrdîn û Rihayê tê qutkirin

27-04-2024
RÛDAW
Nîşan Mahmut Tanal CHP Elektrîk Riha Mêrdîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Rihayê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Mahmut Tanal ji ber qutkirina elektrîka parêzgehên Mêrdîn û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê li pêş Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê çalakiyek da destpêkirin.

Tanal bangî rayedaran kir ku pirsgirêka elektrîkê ya wan parêzgehan were çareserkirin.

Tanal ji parlamenterên partiyên din ên Rihayê jî xwest ku beşdarî çalakiya wî bibin.

Ev demek e li beşek ji tax, gund û navçeyên parêzgehên Mêrdîn û Rihayê elektrîka welatiyan ji aliyê Kompanyaya Dabeşkirina Elektrîkê (DEDAŞ) ve tê qutkirin.

Parlamenterê CHPyê yê Rihayê ji bo balê bikişîne ser pirsgirêka elektrîkê ya welatiyên wan her du parêzgehan şeva borî li ber Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Tirkiyeyê çalakiyek da destpêkirin.

Tanal da zanîn ku ji roja pêncşemê li Riha û Mêrdînê elektrîk li ser welatiyan hatiye qutkirin û got:

“Li wan deran welatiyên me yên bi makîneyên henasedanê dijîn hene. Jiyana van mirovan girêdayî elektrîkê ye.

Ji ber ku elektrîk enerjî ye mafê jiyanê ye. Bi ti hincetekê nabe ev mirov ji mafê wan ê jiyanê bên mehrûmkirin.”

Tanal bi bîr xist ku ji hemû aliyên siyasî 14 parlamenterên Rihayê hene û bangî wan kir ku bêyî ferq û cudahiya di navbera aliyên siyasî de hemû beşdarî çalakiya wî bibin.

Parlamenterê CHPyê amaje bi wê yekê da ku li Tirkiyeyê elektrîk ji bo koçberên Sûriyeyî bê pere tê dayîn û got, “Lê welatiyên me bi xwe mexdûr in.”

Mahmut Tanal heta sibehê çalakiya xwe li ber wezaretê berdewam kir û vê sibehê jî taşteya xwe bi nan û hêkên kelandî xwar.

Mahmut Tanal herwiha anî ziman:

“Em wekî Parlamenterên AK Partiyê li Monacoyê stakozan naxwin. Welatiyan sibehê ji me re nanê sêlê û hêk anîne. Em niha bi wan taşteya xwe dixwin.”

Ev çalakî di demekê de ye ku Kompanyaya Dabeşkirina Elektrîkê (DEDAŞ) berî çend rojan ragihandibû, cotkar û welatiyên ku li parêzgehên Riha, Mêrdîn, Amed, Êlih, Sêrt û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê deyndar in elektrîkê nadin wan û dê elektrîka wan were qetkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst