Li Mêrdînê zêdetirî hefteyekê ye welatî bê av û elektrîk in

06-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Li Mêrdînê zêdetirî hefteyekê ye welatî bê av û elektrîk in
Li Mêrdînê zêdetirî hefteyekê ye welatî bê av û elektrîk in
Nîşan Mêrdîn Av Elektrîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Her sal di demsala havînê de li parêzgeha Mêrdînê pirsgirêka nebûna elektrîkê dibe yek ji pirsên serekî ji bo xelkê. Ev yek herî zêde jî bandorê li cotkaran dike, ji ber ku nikarin zeviyên xwe av bidin. Piraniya wan ava bîran bikar tînin û dema elektrîk nebe, nikarin avê ji bîran bikşînin. Ev zêdetirî hefteyekê ye, gundewarên navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ji ber nebûna elektrîkê bêzar bûne.

Li gundê Qubilme yê ser bi navçeya Dêrikê ya Mêrdînê di demsala havînê de ji ber ku elektrîka wan hatiye birîn welatî bê av mane û nerazîbûna xwe tînin ziman ku vê rewşê jiyana wan têk biriye.

Welatiyekê hestên xwe anîn ziman, “Av jî nîne, em perîşan in, heta kengî dê dewam bike, bila em bimirin, em çawa bikin. Ne av heye, ne ceyran heye, rezalatî ye.”

Ev jî nîştecihê gundê Koderê yê heman navçeyê ye û dibêje ji ber tûnebûna avê canê ajelên wî di metirsiyê de ye û zeviyên çandiniyê jî hişk bûne.

Welatiyekî din jî li ser nebûna av û elektrikê got, “Ava vexwarinê nîne, em bi tankeran avê tînin ew jî germ e, em ê ji ku bînin. Ajel vê avê venaxwe, mirov dê çawa vexwin?”

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê her sal welatî bi heman pirsgirêkê re rûbirû dimînin û berpirsên kompanya belavkirina elektrikê DEDAŞ jî xwe mafdar dibîne û dibêje ji ber deynan ew vê yekê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst