Rapirsî - Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê kîjan berbijêr li pêş e?

27-03-2024
RÛDAW
Nîşan Rapirsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Lêkolîna AREAyê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê berbijêrên CHPyê li pêş in.

Lêkolîna AREAyê encamên rapirsiya hilbijartinên şaredariyan ya ku li Stenbol, Enqere û Îzmîrê hat kirin, parve kirin.

Ji hilbijartinên 31ê Adara 2024an re tenê 4 roj man û kompanyayên rapirsiyê li ser hev encamên rapirsiyan eşkere dikin.

Lêkolîna AREAyê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bi 9 hezar û 133 kesan re rapirsiyeke rûbirû kir.

Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Di hilbijartina şaredariya bajarê mezin de tercîha we ya dengdanê dê çi be?” hat kirin.

Li gorî rapirsiyê li Stenbol û Îzmîrê ferqa di navbera berbijêrên CHP û AK Partiyê de kêm e lê li Enqereyê berbijêrê CHPyê Mansûr Yavaş bi ferqeke mezin li pêş e.

Stenbol

Li Stenbolê di navbera 23-26ê Adarê de bi 3 hezar û 38 kesan re rapirsî hat kirin û encam wiha ye:

CHP - Ekrem Îmamoglu: Ji sedî 42,8

AK Partî - Murat Kurum: Ji sedî 40,0

DEM Partî - Meral Daniş Beştaş: Ji sedî 4,0

Enqere

Li Enqereyê di navbera 23-26ê Adarê de bi 3 hezar û 9 kesan re rapirsî hat kirin û rewş wiha ye:

CHP – Mansûr Yavaş: Ji sedî 60,1

AK Partî – Turgut Altinok: Ji sedî 30,5

DEM Partî – Gultan Kişanak: Ji sedî 1,1

Îzmîr

Li Îzmîrê di navbera 23-26ê Adarê de bi 3 hezar û 66 kesan re rapirsî hat kirin û encam wiha ye:

CHP – Cemîl Tugay: Ji sedî 42,4

AK Partî – Hamza Dag: Ji sedî 38,7

DEM Partî – Akin Bîrdal: Ji sedî 6,5

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst