RAPIRSÎ: Ji sedî çendê xelkê dixwaze Destûra Bingehîn were guhertin?

11-05-2024
RÛDAW
Nîşan Rapirsî Destûra Bingehîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê Hikûmeta Tirkiyê guhertina Destûra Bingehîn xist rojevê.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê bi partiyên ku di nava parlamentoyê de xwedî fraksiyon in re hevdîtin kir û nêrînên wan ên li ser guhertina Destûra Bingehîn wergirtin.

Derbarê guhertina Destûra Bingehîn de Navenda Lêkolînê ya Asalê li 26 bajaran rapirsiyek kir.

Li gorî rapirsiyê ji sedî 58,3yê beşdaran gotiye ew dixwazin Destûra Bingehîn were guhertin û ji sedî 41,7ê beşdaran jî gotiye ku ew naxwazin were guhertin.

Kompanyaya Lêkolînê ya Asalê derbarê guhertina Destûra Bingehîn de li 26 parêzgehan bi 2 hezar kesan re rapirsiyek kir.

Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsî: “Pêwîstî bi Destûreke nû ya Bingehîn heye yan na?”

Li gorî encamên rapirsiyê ji sedî 58,3yê beşdaran bersiva “belê” daye ku dibêjin pêwîstiya Tirkiyeyê bi guhertina Destûra Bingehîn heye, ji sedî 41,7an jî besiva “na” daye ku ne bi wê yekê re ne Destûra Bingehîn a niha were guhertin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst