RAPIRSÎ – Kîjan partî yekem e?

30-05-2024
Nîşan Rapirsî DEM Partî CHP AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî rapirsiya ASALê dengên CHPyê ji sedî 31,5 û dengên AK Partiyê jî sedî 30,6 in.

Kompanyaya Lêkolînan a ASALê di navbera 24-28ê Gulanê de li 26 parêzgehan derbarê hilbiartinan de rapirsiyek kir.

Ji beşdaran pirsa, “Eger vê hefteyê hilbijartin çêbibe hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hat kirin.

Li gorî encamên rapirsiyê, CHP bi rêjeya ji sedî 31,5 partiya yekem e û AK Partî jî bi rêjeya ji sedî 30,6 partiya duyem e.

DEM Partî jî bi rêjeya ji sedî 9,6 di rêza çaran de ye.

Encamên rapirsiya Kompanyaya Lêkolînan a ASALê bi vî awayî ne:

CHP: Ji sedî 31,5

AK Partî: Ji sedî 30,6

MHP: Ji sedî 10,1

DEM Partî: Ji sedî 9,6

Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 5,7

ÎYÎ Partî: Ji sedî 3,9

Partiya Zaferê: Ji sedî 3,2

TÎP: Ji sedî 1,6

Yên Din: Ji sedî 3,8

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst