Îzmîr bûye rawestgeheke sereke ya koçberiyê

26-12-2021
Omer Sonmez
Hejmareke koçberan li Îzmîrê
Hejmareke koçberan li Îzmîrê
Nîşan Koçber Penaber Îzmîr Tirkiye Yunan Ewropa
A+ A-

Îzmîr (Rûdaw) - Îzmîr bo derbasbûna penaberan ji bo Ewropayê bûye rawestgeheke sereke ku li gor amarên fermî li vî bajarî 150 hezar penaberên Sûrî hene. Bi giştî penaber hewl didin ji navçeyên Çeşme û Dikiliyê derbasî aliyê Yunanê bibin.

Qefleyeke penaberan a 35 kesî ku tê de jin û zarok jî hene li ser Behra Egeyê dema derbasî aliyê Yunanê dibûn û ji vir dixwestin berê xwe bidin  welatên Ewropayê, ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatin girtin. Her çiqas me hewl da ku em li gel koçberên hatine girtin re biaxivin jî û guh bidin wan jî hêzên ewlekariyê destûr nedan.

Di 2 rojan de zêdetirî 200 koçber hatin girtin

Li gorî hêzên berevaniya deryayî ya Tirkiyê, di 23 û 24ê Kanûnê rojan Pêncşem û Îniyê de, li Çeşme, Dikili û Urlaya navçeyên Îzmîrê nêzî 200 koçberên qaçax ku dixwestin derbasî aliyê Yûnan bibin hatine girtin. Koçberên tên girtin bi otobûsan bo Midûriyeta Koçberan a Îzmîrê tên vegerandin.

Hesen Zeybek, Niştecihê Herêmê, dibêje, “Em dibînin ku hêzên berevaniya deryayî carna koçberan digrin û tînin vê derê. Em carna li vir  penaberan dibînin ku bi komî digerin."

Nafiye Çoban, Nişteciha Herêmê, dibêje, “Penaber li vê derê pir rehet in. Ez fehm nakim bo çi dixwazin biçin cihê ku nayên xwestin."

150 hezar koçberên Sûrî

Huseyîn Alaf, niştecihê Herêmê, dibêje, “Çeşme bo penaberên ku dixwazin derbasî Ewropayê bibin yek ji rawestgehên ewil e."

Li gorî amarên fermî li bajarê Îzmîrê 150 hezar koçberên Sûrî û Rojavayî, 50 hezar jî koçberên din hene. Lê li gorî saziyên penaberan ev hejmar ji 250 hezarî zêdetir e.

Navenda 'Komeleya Piştevaniya Penaberên Sûrî' ye ku piştî koçkirina penaberên Sûrî bo Tirkiyê di sala 2013an de li semta Basmaneya Îzmîrê hat damezrandin û alikariyê dide penaberan.

`Îzmîr bo derbasbûna Ewropayê deriyek e`

Mihemed Salih Elî, Serokê Komeleya Piştevaniya Penaberên Sûrî li Îzmîrê, dibêje, “Dema xelkê Sûrî ku ji ber şerê navxweyî baz dan Tirkiyê û beşek ji wan berê xwe dan Îzmîrê. Lewra Îzmîr ji bo derbasbûna Ewropayê deriyek e. Ji bo peywendiyên xelkê niştecih û penaberan li gorî bajarên din yèn Tirkiyê, Izmir gelek baş e. Problem kêm e.”

Grava Kiosê (Saqiz) ku li ser Behra Egeyê ye,  16 kilometre ji navçeya Çeşmeya Îzmîrê dûr e. Ji ber ku gelekî nezî Tirkiyê ye ji aliyê penaberan ve ji bo derbasbûna Ewropayê dibe yek ji riyên sereke.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst