Omer Çelîk gef li Rojavayê xwar: Artêşa me amade ye

6 demjimêr berê
Nîşan Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk Rojavayê Kurdistanê Êriş Gef
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk gef li Rojavayê Kurdistanê xwar û got, “Piştî ku ferman ji aliyê serokkomarê me ve hat dayîn artêşa amade ye ku yekser dest bi tevgerê bike.”

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk piştî civîna Lijneya Navendî ya partiya xwe daxuyaniyek da çapemeniyê.

“Artêşa me amade ye”

Çelîk li ser li ser egera ku dîsa êrişeke bejayî bibin ser Rojavayê Kurdistanê got:

“Piştî ku ferman ji aliyê serokkomarê me ve hat dayîn artêşa me bi awayekî wiha amade ye ku yekser dest bi tevgerê bike û artêş bi Berdewamî xwe nû dike.”

“Rûdanên li herêma me gelekî dînamîk in”

Omer Çelîk ragihand ku salên berê biryar li ser operasyonên bejayî dihatin dayîn û plana wan dihatin kirin û got:

“Lê niha em ne di rewşeke wiha de ne. Rûdanên li herêma me gelekî dînamîk in.

Em ji tevgerên rêxistinên terorê yên li herêmê agahdar in.

Dema ferman hat dayîn artêşa Tirkiyeyê di asteke wiha de ye ku dikare hevwext dest bi vê operasyona bejayî bike.

Ji sînorên Tirkiyeyê heta bi kûrahiya 30 kîlometreyî wekî hêleke sor e û em naxwazin di nav Îraq û Sûriyeyê de rêxistinên terorê bibînin.  

Eger em bi kûrahiya 30 kîlometreyî ya sînorên xwe avabûneke wiha bibînin em dê wekî gefa bi asta yekem bibînin û dê operasyona pêwîst bê kirin.”

Berdevkê AK Partiyê îdia kir ku eger wan heta niha êrişî Rojavayê Kurdistanê nekira dê PKK û DAIŞê dewletên biçûk ava bikira.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst