Dadgeha Bilind a Tirkiyê biryareke nû li ser erdhejê da

26-02-2023
RÛDAW
Nîşan Dadgeha Bilind a Tirkiyê Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Tirkiyê derbarê serokên şaredariyê de yên ku ji bo avahiyên herifîne ruxsat dane biryarek nû da û diyar kir ku ev tawanê bikaranîna xirab ya erkê ye.

12emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind li ser erdheja Wanê ya Bakurê Kurdistanê ku sala 2011an çêbûbû û hejmarek zêde avahî hilweşiyabûn biryarek nû da û ji ber dayîna rûxsatê bo avahiyeke herifî serokê şaredariyê tawanbar kir ku erka xwe bxirab bikar aniye.

Ev biryara Dadgeha Bilind tê wê wateyê ku girêdayî lêpirsîna heyî ya 6ê Sibatê erdheja Mereşê de jî dê serokê şaredariyan jî wek tawanbar bên dîtin û biryara girtina wan bê dayîn.

Doh 25ê Sibatê piştî girtina 184 kesên di herifîna avahiyan de berpirsiyartiya wan hebû Serokê Şaredariya Nurdaxê ya parêzgeha Mereşê jî bi biryara dadgehê hatibû girtin.

Li gor amarên Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag roja Şemiyê 25ê Sibatê ragihandiye li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî erdheja Mereşê ya 6ê Sibatê heta niha ji ber herifîna avahiyan 184 kes hatine girtin û lêpirsîn berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst