Efrîn: Salek di ser erdhejê re derbas dibe lê xelk hîn jî di konên riziyayî de dimîne

04-02-2024
Loloxan
Nîşan Efrîn Cindirês Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nêzîkî salekê di ser erdhejên 6ê Sibatê re derbas dibin lê li bajarokê Cindirêsê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê xelk hîn jî di rewşeke xirab de dijî.

Di 6ê Sibata 2023yan de du erdhejên mezin ên ku navenda wan Mereşa Bakurê Kurdistanê bû li Tirkiye, Sûriye, Rojava û Bakurê Kurdistanê wêraniyeke mezin li dû xwe hişt.

Cîgirê Koordînatorê Neteweyên Yekbûyî yên Karûbarên Mirovî David Carden anî ziman:

“Cindirês yek ji wan navçeyan e ku herî zêde zerar dîtiye. Zêdetirî hezar kesan canê xwe ji dest da. Wek hûn dibînin avahiyên ji ber erdhejê wêran bûne wek xwe mane.

Piştî erdhejê bersivdaneke bilez a dabînkirina pêdiviyên mirovî di warê xwarin, av û sitargehan de hebû.”

Dawiya sala 2023yan, ji ber kêmbûna dayîna pereyan ji aliyê xwebexşan ve, Neteweyên Yekbûyî neçar ma alîkariyên xwe yên ji bo mexdûrên erdhejê yên li Rojavayê Kurdistanê kêm bike.

Cîgirê Koordînatorê Neteweyên Yekbûyî yên Karûbarên Mirovî David Carden herwiha got:

“Ev yek pirsgirêk e, bandor kiriye, êdî pêwîstiya me bi destnîşankirina karên herî girîng heye. Kêmkirin xwarinê û zehmetiyên di warê piştevanîkirina santralên avê û xizmetguzariyên xwendin û nexweşxaneyan de çêbûne. Lewra em daxwazê ji civaka navdewletî dikin ku bakurê rojavayê Sûriyeyê ji bîr nekin û alîkariyeke zêde pêşkêş bikin.”

Xelkê Cindirêsê li gor şiyanên xwe yên sînordar avahiyên zerardîtî nûjen dikin û gelekî gazinan ji Neteweyên Yekbûyî dikin.

“Divê Neteweyên Yekbûyî zêdetir alîkariya me bike”

Avahîsaz Ehmed Qitêş got:

“Civaka navdewletî dibêje wan piştî erdhejê alîkariya xelkê kiriye, ev yek tenê bi gotin û fikr û nêrînan bûye. Xelkê mal û çavkaniyên debara jiyana xwe ji dest daye.

Pêwîstiya me ji bo avakirina xaniyan, kirîna kon û xwarinê ji zarokan re bi alîkariya darayî heye. Xelk rûbirûyê karesateke xwezayî bûye.

Divê Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî di vî warî de ji dema şer zêdetir alîkariya me bikin.”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di erdhejên 6ê Sibata 2023yan de li bakurê rojavayê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê zêdetirî 4 hezar û 500 kesî canê xwe ji dest daye. 40 hezar kes bê xanî mane û derbider bûne.

Di demekê de ku pêwîstiya du milyonan kesan bi alîkariyên mirovî heye, milyonek û 800 hezar kes di kampan de dijîn ku ji wan jî 800 hezar li nav konên riziyayî dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst