Ji bo keça Hozan Canê 10 sal û 5 meh cezayê zindanê

25-06-2021
RÛDAW
Nîşan Hozan Canê Gonul Ors Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeheke Tirkiyê ji bo keça hunermenda Kurd Hozan Canê (Saîde Înac) Gonul Ors,  bi tohmeta ku li Almanyayê propaganda ji bo rêxistina terorê kiriye,  cezayê 10 sal û 5 meh zindanê bi ser wê de sepand.

Rûniştina darizandina Gonul Ors, ku bixwe li bajarê Koln a Almanyayê dijî, duh li dadgeheke bajarê Stenbolê birêve çû. Di dadgehê de dadgeran qedexeya derketina derve ya li ser Ors rakirin.

Gonul Ors a 39 salî ji ber rewşa xwe ya tendirustiyê nikaribû beşdarî rûniştinê bibe.

Ors di derbarê biryarê de ji ajansa çapemeniyê ya Alman DPA yê diyar kir ku ew pir ecêbmayî maye û wiha berdewam kir "Bi rastî ez peyvên ku bibêjim nabînim. Min tiştek xelet nekir. Ez nikarim vê neheqiyê bi peyvan bînim ziman."

Herwiha Gonul Ors got ku ew dixwaze di zûtirîn dem de ji Tirkiyê derkeve û ew ê li ser biryarê îtîraz bike.

Parêzera Ors, Ayşe Çelik di rûniştina roja Pêncşemê de diyar kir ku li gorî agahiyên ji çavkaniyên bi vî rengî hatine girtin doz nayê vekirin û xwest beraeta muwekîlê wê.

Hemweletiya Tirkiyê û Alman Gonul Ors di dawiya Gulana 2019an de ji bo serdan diya xwe Hozan Canê ya di girtîgehê de bike hatibû Tirkiyê û piştî demeke kurt hatibû desteserkirin. Piştre hatibû serbestberdan û ji bo wê qedexeya derketina derve hatibû dayîn. Ors ji Hezîrana Sala borî ve weke negîrtî dihat darizandin.

Li aliyê din rûniştina doza Hozan Cane dê di Tîrmehê de berdewam bike. Piştî Hunermenda Kurd Hozan Canê di Hezîrana 2018an de li Edirne hate desteserkirin, ew di Mijdara 2018an de bi tawana "endamtiya rêxistinê" hate dadgeh kirin û 6 sal û 3 meh cezayê hepsê lê hat birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst