PWK: Em li gel Dayîkên Şemiyê ne û her malbateke Kurdan Dayikên Şemiyê ne

26-05-2024
RÛDAW
Nîşan Dayîkên Şemiyê PWK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) piştevaniya xwe ji bo Dayîkên Şemiyê nîşan da û ragihand, “Em li gel Dayîkên Şemiyê ne û her malbateke Kurdan Dayikên Şemiyê ne.”

Dayîkên Şemiyê û malbatên ku kesûkarên wan ji aliyê dewletê ve hatine wendakirin di hefteyê 1000emîn de careke din li Galatasarayê rûniştin.

Di hefteyê 1000emîn de careke din daxwaz ji bo aqûbeta wendayan hate kirin.

PWKyê bi daxuyaniyekê dilsoziya xwe jib o Dayîkên Şemiyê nîşan da û got, “Dayîkên Şemiyê, dayikên bi sedhezaran kesên ku qurbanîyên Dewleta Tirkiyeyê ne.”

PWKyê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Dayîkên Şemiyê, dayîk û malbatên 17 hezar  ’faîlî maçhûlên’ ku di salên 1990î de, bi destê dewleta Tirkiyeyê hatine qetilkirin e.

Dayikên Şemiyê, sîmgeya dayik û malbatên bi sedhezar kurdên ku di 1921, 192ê, 1930, 1932 û 1938ê de li Koçgiriyê, Amedê, Çewlîgê, Agiriyê, Zîlan, Dêrsimê hatine qetilkirin e.

Dayîkên Şemiyê, dayik û malbatên hemû kesayet û mirovên ku cîhê mezelên wan ne hatine dîyarkirinê ne.

Dayîkên Şemiyê, dayik û malbatên wan kesên ku piştî darbeya leşkerî ya faşist a 12ê Îlona 1980yî hatine kuştin, cîhê cenazeyê wan nehatine diyarkirin e.

‘Dewleta Tirkiyeyê ev 100 sal in hesab nedaye’

Dewleta Tirkiyeyê, ev 100 sal in ku ti carî hesabê van qetlîam, kuştin, şkence, zilm û neheqiyan nedaye.

Ji ber wê jî her dem, bi bêminetî, van kuştin û şkence û zilmên xwe berdewam dike.

Mehmet Agarê ku di dema ‘faîlî meçhûlan’ de Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê bû û endazyarekî esasî yê  vê sîyaseta ‘faîlî meçhûlan’ bû, bi eşkereyî gotibû ‘Nabe ku em vê pirsa faîlî meçhûlan bikolin, eger em kevirekî ji wî dîwarî bikişînin, dê hemû avahî hilweşe’.

Belê, ev gotinên Mehmet Agar, îtîrafê wê yekê ye ku hemû kuştinên ku bi navê ‘faîlî meçhûl’ têne zanîn, kiryarên dewleta Tirkiyeyê ne.

‘Faîlên van kuştina dewleta Tirkiyeyê bi xwe ye’

Herwiha heta îro ti kesî ji bo van cînayetan ceza nexwariye, ev jî nîşaneke din a wê yekê ye ku faîlên van kuştina dewleta Tirkiyeyê bi xwe ye.

Beriya her tiştî, divê cîhê mezelê wan kesên ku ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve hatine kuştin û cîhê kesên ku mezelê wan nediyarin, bê diyarkirin.

‘Tirkiye divê lêborîna xwe bixwaze’

Dewleta Tirkiyeyê, ji ber kiryara xwe ya qetilkirina 17 hezar ‘faîlî meçhûlan’ ji ber kuştin û şkence û zilma xwe ya piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî, ji ber qetlîamên li Koçgirîyê, Amedê, Çewligê, Agiriyê, Zîlan, Dêrsimê kiriye, ji ber qetlîama Robozikê, divê lêborîna xwe bixwaze û li gorî vê lêborînê gavên pêwîst bavêje.

Em li gel Dayîkên Şemiyê ne, her malbateke kurdan Dayîkên Şemiyê ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst