Girtiyê nexweş ê Dêrsimî roj bi roj ber bi mirinê ve diçe

24-04-2022
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Girtiyê nexweş ê Dêrsimî roj bi roj ber bi mirinê ve diçe
Girtiyê nexweş ê Dêrsimî roj bi roj ber bi mirinê ve diçe
Nîşan Girtiyê Nexweş Songul Îlker Ekîm Polat Dêrsim
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Mijara girtiyên nexweş li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her ku diçe dibe mijareke lezgîntir û xeternak. Li gor raporên Komeleya Mafên mirovan zêdeyî 600 girtiyên nexweş her roj berv bi mirinê ve diçin. Tevî ku nexweşxane roporan didin û piştrast dikin ku ew girtî divê demildest bêne berdan jî Tipa Dadwerî destûr rapora erênî nade. Ji ber wê pirê nexweşên girtî ku di kêliya dawîn de têne berdan jî pir najîn. Di nava meha yekê de 7 girtiyên nexweş jiyana xwe jidest dan. Ekîm Polatê ku hejmarek nexweşiyên giran lê rabûne jî yek ji wan e ku nexweşxane dibêje tedawiya wî li hundir pêkan nîn e û divê bê berdan. Lê dîsan tipa edlî rêya wî jî girtî ye û dayika wî bi çavên girî li benda wê rojê ye ku kurê wî bi saxî ji hundir dekeve.

Songul Îlker a xelka Dêrsimê ku li Stenbolê niştecî ye weke herkesî ji kar vedigere mala xwe. Heta ku deriyê mala xwe vedike û dikevê jî kes kerba dilê wê nizane û kes nizane ku ne şev li wê şev, ne roj li roj in û jiyan lê herimî ye. Kurê wê Ekim ev 6 sal in di girtîgehê de ye û 24 sal ceza lê hatiye birîn. Bi tometa endamtiya PKK û nîşandana medyayê ji dema bûyerên Parka Geziyê ve. Ew li aliyekî Ekim niha tûşî çend nexweşiyan bûye û roj bi roj dinya li wî jî tarî dibe. Ekîm li girtîgeha Denîzlî yê gelek caran çûye nexweşxaneyê û raporên ku bo wî hatine dayîn piştrast dikin ku êdî ew divê li girtîgehê nemîne. Lê Tipa Edlî û proseya pê ve rê nadin ku ew derkeve û li derve tedawî bibe.

Songul Îlker dayika Ekim Polat dibêje “Dema 16 salîbû bi bombeyek gazê birîndar bû û hat binçavkirin. 3 salan her di bin givaşan de ma. Polîs her li dû bûn. Piştî 3 salan hat girtin û êşkenceyek giran lê hat kirin. Gotin bombekarê PKKê ye û 24 sal ciza danê. Kesekî din pê re hatibû girtin û li gor delîlan tawanbar ewbû. Lê ew li xwe mukir hat û hemû tawan xistin stûyê Ekîm. Di hundir de du caran celta dil derbas kir. Nexweşiya koah pêre çêbû. Tuberkuloz lê rabû. Xwerina wir lê nayê. Rîska şêrpençeyê lê heye. Dema herî dawîn ez çûm min dît rewş xirab e û nikare bimeşe.”

Ekim Polat dema hatiye girtin 19 salî û niha jî 24 salî ye. Gurçikên wî, pişika wî nexweşî lê rabûye. Diyabet pê re çêbûye, di dil de nexweş e û ya herî metirsîdar jî bi Hipofîzê ketiye. Gewdeyê wî her mezin dibe, hestiyên wî bi tehdeyek biçûk dişkên. Parêzerê malbatê dibêje ku tevî vê yekê hemû mafên wan ên li girtîgehê jî têne binpêkirin. Ew binpêkirin li girtîgehên Tirkiye jî bûye rêbazeke ji rêzê.

Parêzerê Malbatê Alî Aydin got “Dibêjin em te bernadin û bo vê çi pêwîst be emê bikin. Dibêjin em te dibin nexweşxaneyê, tu dermanê xwe dixwî û berdewam tê bimînî. Heta ku rewşa wan a tendirustiyê digihîje asta herî dawîn wan bernadin. Dema berdidin jî li derve piştî demek kin dimirin ew girtiyên nexweş. Li Tirkiye cezayê îdamê hatiye rakirin lê bi vê awayî bi van nexweşiyan girtiyan tûşî mirinê dikin.”

Mijara girtiyên nexweş ew demeke dirêj e di rojevê de ye. Li gorî rapora hevpar a komeleyên mafparêz di nava salekê de li Tirkiye 59 girtiyên nexweş jiyana xwe jidest dane. Rewşa ên mayî jî her ku diçe giran dibe.

Parlementera HDPê Zuleyha Gulim diyar kir “Di vir de astengiya giran tipa dadwerî ye. Tevî raporên nexweşxaneyan jî tipa dadwerî rê nade ew derkevin. Yan hîç raporên erênî nade yan jî heta ew digihîjin kêliya mirinê dide. Ew yek jî bi hayîdarî û destûra desthilatê tê kirin.”

Li gorî Komeleya Mafên Mirovan di halê hazir de li girtîgehên Tirkiye û Bakûr hejmara girtiyên nexweş 1605 e. Di nava wan de 603 girtî roj bi roj berev bi birinê ve diçin ji ber ku nexweşiyên wan giran in.  Tevî ku nexweşxaneyan rapor dane wan ku tedawiya wan li hundir pêkan nîn e jî, dawîn saziya erkdar ango Saziya Tipa Dadwerî raporên xwe amade dike û dibêje ku rewşa wan bo hundir goncav e. Ew jî dike ku malbat li derve bihelin, xizmên wan jî li hundir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst