Zarokekî 16 salî hat kuştin, apê wî jî hatibû kuştin

23-10-2023
Nîşan Edene Zarok Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Yuregîrê ya parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê zarokekî 16 salî hat kuştin.

Zarokê 16 salî yê bi navê Erkan Efe Dagoglu dema li kuçeyê bi hevalên xwe re diaxivî bi çekê hat kuştin.

Erkan Efe Dagogluyê ku bi giranî birîndar bûbû li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Tîmên tenduristiyê termê Dagoglu ji bo karên otopsiyê veguhast morga Saziya Bijîşkiya Dadî ya Edeneyê.

Polîsan ji bo desteserkirina êrişkar dest bi xebatan kir.

Li aliyê din, hat zanîn ku apê wî zarokî yê bi heman navî (Erkan) jî sala 2012an li Edeneyê hatiye kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst