Sancar: Em pêşbînî nakin ku desthilat proseyeke nû ya çareseriya Pirsa Kurd bide destpêkirin

23-06-2022
RÛDAW
Nîşan HDP Mîthat Sancar Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar ragihand ew pêşbînî nakin ku desthilata Tirkiye prosyeke nû ya çareseriya pirsa Kurd bide destpêkirin. Derbarê egera destpêkirina hevdîtînên bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re jî Sancar got, “Dema hilbijartin li Tirkiyê nêzîk dibin nîqaşên derbarê hevdîtinên bi Ocalan re tên kirin. Keşûhewayeke wiha tê çêkirin ku dema hevdîtinên ligel Ocalan destpêkirin, dê karê AKPê hêsantir bibe. Ev yek ne rast e.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar derbarê, serdana xwe ya bo hevserokê berê yê wê Partiyê Selahattîn Demîrtaş, egera destpêkirina prosyeke nû ya çareseriya pirsa Kurd û hevdîtinên ligel rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan û çend mijarên din ên di rojevê de ji medyaya Tirkiye (T24) re axivî.

Sancar derbarê behsa serdana  xwe  ya duh 22ê Hezîrana 2022ê a bo hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş kir ku  ev zêdeyî 5 sal in girtiyê siyasî ye û got, “Me ligel Demîrtaş gotûbêj kirin û nêrînên xwe anîn ziman. Nêrîna Demîrtaş ji partiya me ne cuda ye. Ligel wî peywendiyê me qût nebûne û pirsgirêka me peywendîkirinên nîne.”

Mîthat Sancar ameje bi wê yekê da ku her dema hilbijatin li Tirkiye nêzîk dibin nîqaşên derbarê Ocalan de  tên kirin û behsa despêkirina hevtînîn ligel wî tê kirin û  got: Divê dest ji gotegotên ku dibêjin  Ocalan dê wiha bike bê berdan û mafê wî yê hevdîtinê yê bi parêzer re bê dayîn. Di be ku desthilat wê yekê jî bifikire ku dê bi nêzîkbûna hilbijartinan vê yekê weke amûrekê ji xwe re bikarbîne. Keşûhewayeke wiha tê çêkirin ku dema hevdîtinên ligel Ocalan destpêkirin dê karê AKPê asantir bibe. Ev yek ne rast e.”

Derbarê egera destpêkirina proseyeke nû ya çareseriya pirsa Kurd  ji aliyê desthilata AKPê ve jî Sancar ragihand, ew pêşbînî nakin ku desthilat proseyeke nû bide destpêkirin û  tekez kir ku pêşniyarên opozîsyonê jî yên derbarê çareseriya pirsa Kurd de ne zelal in.

Hevserokê HDPê dibêje “Hinek nêrîn hene ku  dibêjin eger hilbijartin nêzîk bûn dê HDP nêzîkî AKPê bibe. Di 7 salên dawî de tiştên AKPê kirine li holê ne. AKP dê nêzîkî HDPê bibe û HDP jî dê ji wê bawer bike, ev rêbeza şerê derûnî ji serî ve xelet e. Em dizanin ku ev yek bi zanebûn tê kirin.”

Mîthat Sancar li ser rola partiya xwe ya di hilbijartinan de jî axivî û got, “Rola HDPê ne tenê bi amaran e, deriyê me bo berbijêrê hevbeş vekirî ye. Baweriya me bi destpêkeke nû ya bi hilbijartinan heye.”

Di van demên dawî de nîqaşên derbarê çareseriya Pirsa Kurd de zêdebûne û hinek nivîskar û siyasetmedarên Tirkiye amaje bi wê yekê didin ku desthilata AKPê dê proseyeke nû ya çareseriyê bo wê pirsê bide destpêkirin û dê ji bo vê yekê jî careke din hevdîtinên ligel Rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan bên destpêkirin. Ev nîqaş di demekê de ne ku Serokkomarê Tirkiye  û berpirsên AKPê di daxuyaniyên xwe dibêjin ku li Tirkiye pirseke bi navê pirsa Kurd nemaye û ew pirs ji aliyê me ve hatiye çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst