Erdogan dîsa bû Serokê Giştî yê AK Partiyê

23-02-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan AK Partî Devlet Bahçelî MHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan ku bi tena serê xwe namzedê Kongreya 8emîn a Asayî ya AK Partiyê bû dîsa bû serokê giştî yê partiyê.

Erdogan got, "Di demên pêş me de, barê li ser milên me gişan giran bû. Welatiyên me dema ku rewşa xirab a mixalefetê dibînin berê xwe didin me."

Kongreya 8emîn a Asayî ya AK Partiyê li Salona Sporê ya Girtî ya Enqereyê hat lidarxistin û dengdan hat kirin.

Serokkomar Tirkiyeyê Erdogan piştî ku dengê xwe da, ji endam û alîgiran re axivî.

Erdogan got, "Me bi serkeftineke mezin Kongreya 8emîn a Asayî ya Partiya Dadwerî û Geşepêdanê qedand.

Ez ji dil spasiya her yekî ji we dikim ku we ez careke din hêjayî serokatiya giştî dîtim."

Serokê Giştî yê AK Partiyê Endamên Rêvebiriyê ya Navendî (MKYK), Encumena Dîsîplînê ya Navendî, Encumena Dadwerê ya Demokrasiyê, Encumena Rûmet û Exlaqê ya Siyasî jî pîroz kir.

“Bahçelî navê xwe di dîrokê de nivîsandiye”

Serokkomarê Tirkiyeyê bal kişand ser rola hevpeymanê xwe Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya ji bo çareseriya Pirsgirêka Kurd jî û wiha got:

"Partiya Tevgera Neteweyî û Birêz Bahçelî di bin banê Tifaqa Cumhur de di çareserkirina hemû pirsgirêkên kronîk ên welatê me de bi helwestên xwe yên rêxweşker, asankar, piştgir û avaker ji niha ve navê xwe di siyaseta Tirkiyeyê de nivîsandiye.

Heta Hevpeymaniya Cumhur li ser piyan be Tirkiye di nav ewlehiyê de ye. Berdewamiya welatê me û biratiya miletê me di garantiyê de ye."

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku têkoşîna xizmetê pêşbirkeke alayê ye û wiha domand:

"Em gihiştin dawiya maratona kongreyê ku me enerjiya xwe nû kir û yekîtî û yekrêzya xwe xurt kir.

Ji îro û pê ve em bi heyecaneke nû û bi awayekî gelekî xurt careke din dest bi rê dikin di xebatên partiyê, rêvebirina dewletê û têkoşîna xizmetkirina ji milet û welatê xwe re."

Erdogan bi dengê hezar û 547 delegeyan dîsa hat hilbijartin

Recep Tayyip Erdogan di Kongreya 8emîn a Asayî ya AK Partiyê de,  dengên hezar û 547 delegeyên ku stand û careke din bû Serokê Giştî yê AK Partiyê.

AK Partî 14ê Tebaxa 2001ê bi Serokatiya Recep Tayyîp Erdogan hat damezrandin.

Partî di hilbijartinên 3yê Mijdara 2002yan de ji sedî 34,28ê dengan bi dest xist û bi tena serê xwe bû desthilat û ji wê demê ve li desthilatê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst