Rêjeya geştyarên biyanî zêde bûye

23-02-2024
RÛDAW
Nîşan Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê Geştyarên Biyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê rêjeya geştyarên biyanî yên ku Kanûna Paşînê çûne Tirkiyeyê li gorî heman meha sala borî bi rêjeya ji sedî 2,05 zêde bûye.

Herî zêde geştyarên biyanî jî ji Rûsyayê hatine.

Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê amarên derbarê geştyarên biyanî de belav kirin.

Li gorî wan amaran di meha yekem a 2024an de li gorî heman meha 2023yan rêjeya geştyarên biyanî ji sedî 2,05 zêde bûye û bûye 2,4 milyon kes.

Ji 2,47 milyon geştyaran, 16 hezar û 345ê wan ku dike derdora ji sedî 0,8 geştyarên rojane ne.

Wate wan di rojekê de çûnûhatin kiriye ku piraniya wan li deriyên sînorî ne.

Kanûna Paşînê bi 230 hezar û 579 kesan herî zêde geştyarên Rûsyayê çûne Tirkiyeyê.

Piştî wê Îran bi 211 hezar û 801 kesan di rêza duyem de, Bulxaristan bi 162 hezar û 414 geştyaran di rêza sêyem de, Almanya jî bi 142 hezar û 825 geştyaran 4emîn welat e ku herî zêde geştyarên biyanî yên Tirkiyeyê jê çûne.

Herî zêde geştyarên biyanî di meha yekem a îsal de ji deriyên sînorî yên parêzgehên Stenbol (Balafirgeha Stenbolê), Edîrne, Antalya, Artvîn, û Agiriyê çûne Tirkiyeyê.

Hejmara wan geştyaran wiha ye: Stenbol milyonek û 165 hezar û 996 geştyar ku dike ji sedî 56,96, Edîrne 237 hezar û 714 geştyar ku dike ji sedî 11,61ê geştyarên biyanî.

Antalya 178 hezar û 306 geştyar ku ew jî dike ji sedî 8,71, Artvîn bi 103 hezar û 972 geştyaran di rêza 4emîn de û rêjeya wan geştyarên biyanî yên ji wê derê jî ji sedî 5,08 e.

64 hezar û 66 geştyarên biyanî yên meha yekem a îsal jî ji deriyê sînorî yê parêzgeha Agiriyê çûne ku rêjeya wan jî dike ji sedî 3,13e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst