Bursa: Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina Çekdarê 11 salî û birayê wî berdewam in

23-01-2024
RÛDAW
Nîşan Bursa Çekdar Turksever Ugur Turkesever
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Orhangaziyê ya parêzgeha Bursayê ya Tirkiyeyê 2 zarokên 11 û 14 salî de winda bûne.

Li gorî zanyariyan doh demjimêrên nîvro li navçeya Orhangaziyê ya Bursayê, zarokê 11 salî yê bi navê Çekdar Turksever û birayê wî Ugur Turkesever ji malê derketin û venegeriyan.

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê ji bo dîtina her du zarokan xebat daye destpêkirin.

Hêzên ewlehiyê li kamerayên çavdêriyê dinêrin û hewil didin wan zarokan bibînin.

Bavê wan her du zarokan Mehmet Îhsan Turksever ragihand ku ew ji jiyana zarokên xwe nîgeran e û daxwaz dike demildest zarokên wî bên dîtin.

Li gorî zanyariyan Çekdar û birayê xwe berî niha jî ji malê çûbûn û piştî rojekê vegeriyabûn malê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst