Keştiya ku li başûrrojavayê Îmraliyê bin av bûbû hat dîtin

16-02-2024
RÛDAW
Nîşan Bursa Îmralî Keştî Binavbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keştiya ku li Deryaya Marmarayê, li başûrrojavayê Girava Îmraliyê bin av bûbû hate dîtin.

Keştiya bar a bi navê “BATUHAN A” ya dirêjiya wê 69 metre ye û 6 xebatkarên wê hebûn li başûrrojavayê Girava Îmraliyê bin av bû.

Ji bo xebatkarên keştiyê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in.

Parêzgarê Bursayê Mahmut Demirtaş daxuyaniyek belav kir û tê de got, “Bi rêya robotên bin avê keştî hat dîtin.

Keştî bi awayekî asayî di nav deryayê de rûniştiye. Ev jî dê xebatên me hêsantir bike.

Tîmên me dê li gorî rewşa hewayê di nav rojê de biçin nav keştiyê.

Niha 456 karmendên lêgerîn û rizgarkirinê xebatên xwe berdewam dikin.”

Ji keştiya Batuhan A ku şeva 14ê Sibatê demjimêr 20:00 ji Girava Marmarayê ber bi Gemlîkê bi rê ketibû roja 15ê Sibata demjimêr derdora 06:30 sînyala rewşa bilez hat wergirtin û demjimêr 07:12 sînyala AIS qut bûbû û keştî bin av bûbû.

Piştî bûyerê yekser xebatên lêgerînê hatin destpêkirin û heta niha di encama xebatên lêgerînê de belemeke canî ya vala hat dîtin. Ti agahî ji 6 xebatkarên keştiyê nehatine wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst