EDÎRNE - Bulgar êdî hûremûran nakirin: ‘Esnafan zexelî kir!’

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bulgaristan Edîrne Enflasyon Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarê Edîrneyê yê Tirkiyeyê hevsînorê Bulgaristanê ye ku yek ji deriyên Tirkiyeyê yên ku ber bi Ewropayê ve vedibe.

Geştyarên Bulgar û xerciyên ku dikin dahatên sereke yên Edîrneyê ne.

Îsal wan jî ji ber enflasyona bilind û nirxê giran pişta xwe da esnaf û dikandarên Edîrneyê.

Dikandar Muhammed Ozen li ser rewşa aborî got:

“Berê nirx ne bilind bûn lê niha ji ber bilindbûna nirxan mişterî nayên Edîrneyê.

Piranî diçin Stenbol û Kirklareliyê. Wekî berê kelûpelan jî nakirin.”

Levayeke Bulgarî niha derdora 19 lîreyên Tirkî dike.

Tevî ku pereyê Bulgaristanê li gorî lîreyê Tirkî bi nirxtir e jî bihayê kelûpelan niha ji bo Bulgaran jî zêde tê û wekî berê kelûpelan nakirin.

Sedema vê yekê ne tenê enflasyon û bihabûn e.

“Esnafên me bi xwe jî hinek zexelî kirin”

Dikandar Bîrkan Makas wiha behsa sedema wê dike:

“Li gorî berê nirx gelekî zêdetir bûne lê esnafên me bi xwe jî hinek zexelî kirin.

Wan hewl da malê bi 3 kuruşan bi 5 kuruşan bifiroşin.

Niha ew nirxê em dibêjin ji Bulgaran re jî bilind tê.

Wekî mînak ev çaket li vê derê bi 30 levayan be li Bulgaristanê jî bi 30 levayan e.

Ew jî dibêjin ti wateyeke wê nemaye ku em ji vê derê bibin.”

Enflasyon li gorî amarên fermî li Tirkiyeyê ji sedî 51,9 e lê saziyên serbixwe dibêjin ji sedî 90,3 ye.

Çavê dikandar û esnafên Edîrneyê niha li daketina enflasyonê û başbûna rewşa aborî ye ku geştyarên Bulgar wekî berê dîsa dilê wan xweş û bazara wan geş bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst