Bihabûna sotemeniyê sektora veguhestinê ber bi krîzê ve dibe

22-08-2023
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Tirkiye Sotemenî Bihabûn
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştî hilbijartinên 14ê Gulanê bihayê sotemeniyê ji sedî 100 zêde bûye.

Li gorî aboranîsan sedema sereke ya giranbûna sotemeniyê, bêqedirbûna lireyê Tirkî ye.

Bêqîmetbûna lireyê Tirkî jî li bazarên navxwe bihabûnên nû bi xwe re tîne û her ku diçe hêza kirînê kêmtir dibe.

Alî Şahînkaya ev 35 sal in li Taksima Beyogluyê ku herêma herî qelebalix a Stenbolê ye ajovaniya taksiyê dike.

Şahînkaya her roj di nav xirecir û trafîka Stenbolê de 12 saetan taksiye diajo û pê debara malbata xwe dike.

Şahînkaya wekî şofêrên din ên taksiyê ku rojane dixebitin, di nava 2-3 mehên dawî de ji ber giranbûna nirxê mazot û benzînê gelekî dikeve tengasiyê.

“Mişteriyên taksiyan kêm bûn”

Herçiqasî ku 14ê Tebaxê li Stenbolê bihayê taksîmetre ji sedî 70 biha bûbe jî, xwediyên dibêjin ev yek têrî mesrefên wan nake.

Ajovanê taksiyê Alî Şahînkaya amaje bi kêmbûna mişteriyan kir got:

“Beriya salekê, du salan jî kar û qezenca me baş bû.

Jixwe bihayê sotemeniyê jî ne ewqasî giran bû lê di nava 2-3 mehên dawî de ji ber bihabûna mazotê em gelekî ketin tengasiyê.

Erê taksîmetre jî biha bû lê vê carê mişteriyên taksiyan kêm bûn.”

Li Stenbolê bilêt ji sedî 51 biha bû

Li Tirkiyeyê lîtreya mazot û benzînê bandorên neyînî li gelek sektorên berhemanîn û karan dikin.

Ji loma jî herî dawî li Stenbolê bihayê bilêta wesayîtên komî yanî bihayê otobus, metrobus, tramvay, metro û mînîbusan ji sedî 51 zêde bû.

“Sedema bihabûna gelek tiştan sotemenî ye”

Ajokarê mînîbusê Emre Murtaza gazin ji zêdebûna xerciyan kirin û got:

“Niha mesrefên me gelekî zêde bûne. Em niha bi tarîfeya nû dixebitin lê em dixwazin ku bihayê mazotê dakeve asta xwe ya berê.

Lewra li Tirkiyeyê sedema bihabûna gelek tiştan sotemenî ye.”

Herwiha bihabûna mazot û benzînê dibe sedema bihabûna bilêtên otobus û balafiran jî.

Heta beşek ji xelkê Stenbolê ji ber giranbûna sotemeniyê êdî otomobîlên xwe yên taybet naxebitînin.

Welatî Hayrullah Tekin got, “Beriya salekê min lîtreya mazotê bi 7 lîreyan dikirî lê niha bûye 38 lire, ji loma ez bi wesayîta xwe dernakevim derve. Nizanim em ê çawa debara xwe bikin?”

“Tiştê ku em bi 5 lireyan dikirin, bi 10 lireyan difroşin”

Giranbûna bihayê petrolê rasterast bandorê li sektora veguhestin û barkêşiyê dike, ev yek jî li bazar û sûkê dibe sedema bihabûna kelûpelên sereke yên wekî sebze, fêkî, goşt û masiyan.

Esnafê bazarê Îlhami Ayyildiz diyar kir giranbûna sotemeniyê bandoreke zêde li wan kiriye û got:

“Giranbûna mazotê zaf bandorê li me dike. Tiştê ku em bi 5 lireyan distînin, em bi 10 lireyan difroşin.

Sala par neqliyat baş bû lê niha ji sedî 100 giran bûye.”

Tenê di carekê de lîtreya sotemeniyê 6 lireyan giran bû

Li Tirkiyeyê piştî hilbijartinên 14ê Gulanê heta 21ê Tebaxê, bihayê sotemeniyê bi rêjeya ji sedî 100 zêde bûye.

Lê tenê di meha Tîrmehê de di carekê de lîtreya sotemeniyê 6 lireyan giran bûbû.

Li gorî aboranîsan sedema sereke ya giranbûna sotemeniyê, bêqîmetbûna lireyê Tirkî ya li beramberî dolar e.

21ê Tebaxê li Stenbolê lîtreya benzînê derdora 38 lireyan, a mazotê derdora 37 lire yan û a otogazê jî derdora 16 lireyên Tirkî ye.

Herwiha her dolarek Amerîkî jî 27 lireyên Tirkî derbas kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst