Sibe hilbijartinên Şaredariya Mezin a Stenbolê têne dubarekirin

22-06-2019
RÛDAW
Niştecihên Stenbolê roja 23ê Hezîranê careke din diçin ser sindoqên dengdanê
Niştecihên Stenbolê roja 23ê Hezîranê careke din diçin ser sindoqên dengdanê
Nîşan Stenbol Hilbijartin Binali Yildirim Ekrem Îmamoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Niştecihên Stenbolê roja 23ê Hezîranê careke din diçin ser sindoqên dengdanê û serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê hildibijêrin.

 

Li gel nêzîkbûna dema proseyê, pirsa Kurd û giraniya Kurdan li Stenbolê zêdetir tê behskirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku dijî AK Partiyê deng didin Ekrem Îmamoglu. Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş jî di Twittekê de ev yek piştrast kir.

 

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş got: "Em îro di wê baweriyê de ne ku divê piştîvanî li axaftinên Îmamoglu bê kirin. Herwiha bi nebûna HDPê û hiştina wê ya ji derve qet tiştek wek pêwîst baş nabe."

 

Derbarê heman mijarê de Rêberê Girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan di peyamekê de daxwaz ji HDPê kir ku bêalîbûna xwe di navbera desthilat û opozisyonê de biparêze. Wek bersiva peyamê herdu hevserokên HDPê daxuyaniyek belav kirin û têde tê gotin: "HDP ku nûnerê awayekî nû yê siyasetkirinê ye li Tirkiyê, nebûye aliyek di siyaseta cemsergîrî ya navbera Hevpeymaniya Cumhur û Hevpeymaniya Millet de. Herwiha peyama Ocalan xwedan wate, kûrahiyeke dîrokî û gelekî di ser nirxandinên siyasî yên partiya desthilatdar û mijara hilbijartinê re ye. Ew jî nayê jibîrkirin ku Ocalan yek ji endazyarên fikra damezrandina HDPê ye ku pêgeheke wî ya girîng a siyasî di aştî û demokrasiyê de heye."

 

Li gor rapirsiyan, derfeta serkeftinê ya Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Ekrem Îmamoglu di hilbijartinê de zêdetir e. Di hilbijartina 31ê Adarê de 916 hezar dengderên Kurd piştîvanî li Ekrem Îmamoglu kirin û rola wan di serkeftina wî de hebû, loma dîsan çav li ser dengderên Kurd ên Stenbolê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst