Îmamoglu: Ji bîr nekin! Tişta ku qet naguhere, guherîn e

29-05-2023
RÛDAW
Nîşan Ekrem Îmamoglu Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu roja 29ê Gulanê 2023ê bi belavkirina peyamekê ji alîgirên Hevpeymaniya Millet daxwaz kir bê hêvî nebin û dibêje guhertin maye ser milê wan.

Piştî binketina wan ya li beramberî berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur, Îmamoglu dîmenek belav kir û zêdetir behsa gavên pêşiya me yên Partiya Gel a Komarê kir. Ji ciwanan, jinan û pîran daxwaz kir bê hêvî nebin.

Serokşaredarê Stenbolê behsa serkeftina xwe ya di hilbijartina şaredariyan ya 2019ê li dijî AKP û MHPê bidestxistî de kir û got: “Helbet hêvîdarim ev encam bibe çavkaniya xêrê û xweşiyê bo welatê me. Tirkiye bilez pêwîstiya xwe bi asayîkirinê û çareserkirina pirsgirêkan heye. Dizanim îro bidehan milyon kes bê hêvî bûn. Berî pênc salan bê hêvîbûneke weke vê me dît. Lê piştî 9 mehan di hilbijartinên şaredariyê de me encamek bê hempa bidest xist.

Îmamoglu her wiha balkişand ser wê yekê ku rêyek dûvdirêj li pêşiya wan e û hêza wan ya tomarkirina serkeftinan heye.

Li gorî amarên dawiyê %100 degn hatine cudakirin, Recep Tayyip Erdogan %52.18ê dengan bidestxistiye û Kemal Kiliçdaroglu %47.82ê dengan bidestxistiye. Bi wî awayî Erdogan bo dema 5 salên din Serokkomarê Tirkiye dimîne.

Îmamoglu roja 23ê Hezîrana 2019, bi bidestxistina 806 hezar û 426 dengan li beramberî Binalî Yildirim berbijêrê AKP bû Serokê Şaredariya Bajarê Mezina Stenbolê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst