Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê li dijî Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu û 10 endamên birêvebir bi tohmeta "propagandaya terorê û belavkirina agahiyên ne rast" fezleke amade kir.
Baroya Stenbolê 21ê Kanûna Pêşîn a 2024an li ser kuştina rojnamegerên Kurd Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên li Rojavayê Kurdistanê daxûyaniyeke bi navê “Pêwîst e Hiqûqa Mirovî a Navdewletî bê cîbicîkirin” belav kiribû.
Di fezlekeyê de ev daxûyanî wekî hincet hatiye diyarkirin û serok û 10 endamên baroyê bi "propagandeya terorê û belavkirina agahiyên ne rast" tên tohmetbarkirin û ji bo wan 3 heta 12 sal cezayê girtîgehê hatiye xwestin.
Serdozgeriya Komarî a Stenbolê bi daxwaza lêpirsînê fezleke amade kiriye û fezleke ji Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê re hatiye şandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse