Hewlêr (Rûdaw) – Tîm li Antakya ya Hatayê kesên ku hîn di bin xirbeyên avahiyên hilweşiyayî da mane digerin li aliyekî jî bermahiyên avahiyên hilweşiyayî radikin. Mistefa û Mihemed hev nas nakin lê xemeke hevbeş ew 15 roj in kiriye heval.
Bi şev û roj li benda xizmên xwe yên ku di bin avahiya şeş qatî ya hilweşiyayî de asê mane ne. Mistefa xelkê Helebê ye, dema erdhej çêbû ne li malê bû, bi xebera erdhejê û ketina bin kavilan a dê û bav û birayên xwe vegeriya, berî sê rojan termê dayika wî hat derxistin û niha li benda 3 kesên din e.
Mistefa Kezaz anî ziman, “Piştî çar rojan me hêviya xwe winda kir, 10 rojên din em sekinîn, yanî îro 15 roj in hîn dernexistine, xizmên min dernexistine.Xizmên cîranê min dernexistine.”
Mihemed jî bira, jinbira û biraziyên wî di bin xirbeyan de mane.
Tîman bi qêrîn gotin ku wan cenaze dîtin. Mistefa ber bi cenazeyekê ku dixuya zarokekî biçûk bû ve çû. Ji ber bêhna cenazeyan tîmên hawarçûnê ji welatiyan xwestin ku maskan bidine ber devê xwe. Mistefa bi girî dua dikirin.
Her kes bi fikar bû ku ew xizmên Mihemed in an yên Mistefa ne, her çend cenaze şewitîbûn û bi tevahî têkçûbûn jî lê wan ji çend nîşanan bira û malbata Mihemed nas kirin.
Mistefa bêhêvî vegeriya cihê xwe û li bendê bû ku ekîb sax yan jî mirî xizmên wî radest bikin.
Wê hêviyê her 15 xulekan berdewam kir, ji ber ku erdhejek bi hêza 6.4 li ser pîvana Richter li Antakyayê çêbû, du avahiyên din ên şeş qatî li ser kavilên ku xizmên Mistefa di bin de bûn hilweşand.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse