Li Meletiyê erd hejiya

01-12-2023
RÛDAW
Nîşan Meletî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Arganê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, erdhejeke bi hêza 4,8 pileyan çêbû.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an ên Mereşê ku li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûn sedema canjidestdana zêdetirî 50 hezar kesî, erdhejên paşekî berdewam in.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku demjimêr 03:18an li navçeya Arganê erdhejeke bi hêza 4,8 pileyan çêbûye.

Li gor AFADê, kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst