Mehmet Ozhasekî di derbarê HDPê de paş ve gav avêt

22-02-2021
RÛDAW
Nîşan Mehmet Ozhasekî AK Partî HDP Ebru Gunay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehmet Ozhasekî di derbarê axavtinên ku li dijî HDPê gotibû “Nelet li dengên wan bê. Xwedê bela dengê wan bide” de paş de gav avêt û got “Erê, dibe ku ez zêde pê de çûbim. 'Nelet li hemwelatyan were' nabe, nayê qebûl kirin.”

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehmet Ozhasekî li bajarê Qeyseriyê  beşdarî merasimeke vekirinê  bûbû û ji bo dengên HDPê gotibû “Di hilbijartinê de ji bo 4 dengan bistînin hûn dikevin her qalibî. Nelet li dengên wan be. Xwedê bela dengê wan bide.”

Li ser vê yekê gelek kesan bertek dan Ozhasekî û ew jî mecbûr ma paş de gav biavêje û got “Erê, dibe ku ew zêde pê de çûbe. 'Nelet li hemwelatyan were' nabe, nayê qebûl kirin. Kesên ku deng dane hemwelatiyên reben in. Li heremê gelek êş kişandine. Bi kelecana axavtinê, dibe ku min ew axavtin li dijî rewşê bi îsyan bikar anîbe. Lê mebesta min ne hemwelatiyên dengdêr in.”

Berdevka HDPê Ebrû Gunay jî li dijî axavtina Ozhasekî gotibû “Hê êşa mirinên ku hûn berpirsiyarin teze ye, cihê ku hûn hesab bidin xelkê, hûn ji 6 milyon dengdêran re nifirina dikin. Hûn çi dibêjin bibêjin, haya her kesî ji rastiyan heye, xelkê ku hûn li wan nifira dikin, dê di hilbijartinê de ji we re sela bixweyne, hûn ê herin. Herwiha ne hedê kesî ye ji xelkeke re nifiran bike.”   

Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehmet Ozhasekî li bajarê Qeyseriyê  beşdarî merasimeke vekirinê  bûbû û wiha gotibû “Divê em di her derfetê de HDPê bînin ziman. Rojek ji rojan di parlamentoyê de ji PKKî re negotine nelet li te bê. Dibêjin em li dijî terorê ne, divê bila herdû alî çek deynin. Em vê dizanin. Opozîsyona sereke jî berdewamiya berdevkiya wan dike. Serokê wan yê giştî daxuyanî dide, kujerê 13 leşkerên me Serokkomar e. Xwedê te bi selihîne. Çi dibe, bila rojek PKKê rexne bikin. ji bo 3 deangan bistine, ji wan re şelaqiyê dike. Bi şalûsiyê goya HDP li ba xwe digre û ji bo 4 dengan bistîne dikeve her qalibî. Heyf û guneh nîne?nelet bê li dengên wan. Xwedê bela dengên wan bide. Divê em vê di her derfetê de bibêjin. An jî divê em rastiyan biaxivin. Heta ku li ser vê xakê fitne neqede dê paqijkirin berdewam be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst