Li Enqerê bihayê simîdan %40 hat zêdekirin

22-01-2023
RÛDAW
Nîşan Enqere Simîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqereya paytexta Tirkiyê bihayê simîdan %40 hat zêdekirin û bihayê simîdekê ji 5 lîreyan bo 7 lîre bilind bû.

Serokê Odeya Simîdfroşên Enqerê Savaş Delibaş ragihand ku; “Ji ber bihayê gazê %164, bihayê elektrîkê %200, bihayê ard dubare %20-30, mûçeyê kêmane %65 û kirê û bihayê kunciyan zêde bûne, bihayê yek simîdê li Enqerê bûye 7 lîre.”

Savaş Delibaş dibêje, li Enqerê ji 23ê Çileya 2023ê ve dê simîda 100 gramî bi 7 lîreyan bê firotin. Heman simîd pêştir bi 5 lîreyan bû.

Di nav 6 mehan de du car in bihayê simîdan tê zêdekirin. Di meha Tebaxa 2022an de jî bihayê simîdê ji 3 lîre û 50 quruşan bo 7 lîreyan hatibû zêdekirin.

Savaş Delibaş pêştir jî ragihandibû ku hemû xerciyên wan %200 zêde bûne û dê ji ber wê yekê di meha Çile de bihayê simîdan bê zêdekirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst