Tirkiyeyê hebûna agirbestê red kir û dîsa gef xwar

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Wezareta Parastiynê ya Tirkiyeyê Gef Êriş HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Gel û Çapemeniyê yê Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zekî Akturk gefa êrişê li Hêzên Sûriyeya Demokratêk (HSD) xwar.

Zekî Akturk li Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê di civîna agahdarkirinê ya heftane de axivî.

Akturk wiha got, “Heta ku PKK/YPG dest ji çekan bernede û çekdarên wê yên biyanî ji Sûriyeyê dernekevin, tedbîr û amadehiyên me yên dijî wan dê bidomin.

Em di wê baweriyê de ne ku birêvebiriya nû ya li Sûriyeyê û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê dê tevî gelê Sûriyeyê herêmên ku PKK/YPGyê kontrol kirine rizgar bikin."

Zekî Akturk tekezî li wê yekê kir ku ew dê li ser vê mjarê bi birêvebiriya nû ya Sûriyeyê re di nava hevkariyê de bin.

Bi gotina Zekî Akturk Tirkiye dê operasyon û xebatên pêşîlêgirtin û tunerkirinê yên li dijî HSDyê berdewam bikin.

"Em bi ti rêxistinan re neaxivîne”

Derbarê daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ku gotibû Tirkiye û HSDyê li ser agirbestê li hev kiriye jî wiha got:

"Em bi ti rêxistinên terorê re neaxivîne, em wisa bawer dikin ku ew gotin bi şaşî hatiye gotin."

Tevî ku Tirkiyeyê çend bajar û herêmên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê dagir kirine jî Akturk Îsraîl bi dagirkirina Girên Golanê tohmetbar kir û got:

“Em biryara Îsraîlê ya li Girên Golanê berfirehkirina cih û warên derqanûnî ku ji sala 1967an vir ve dagir kiriye, şermezar dikin.

Îsraîl niha jî li Sûriyeyê bêhiqûqiya xwe û dagirkirina xwe didomîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst