Bi hinceta Cemaeta Gulen derbarê 75 kesan de biryara desteserkirinê

21-11-2022
RÛDAW
Nîşan Cemaeta Gulen Desteserkirin Edene
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Edenê, bi hinceta endamtiya “Cemaeta Gulen” derbarê 75 kesan de biryara desteserkirinê da. Ji bo desteserkirina 75 kesan li 8 parêzgehan operasyon hat destpêkirin.

Tîmên Rêveberiya Ewlekariya Edenê, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edenê de, bi hinceta endamtiya “Cemaeta Gulen” bo desteserkirina 75 kesan, îro 21ê Mijdarê li navend Edene li 8 bajaran dest bi operasyoneke hemwext kirin.

Li gor medya fermî ya Tirkiyê, operasyon piştî şopandina teknîkî û fîzîkî ya 10 mehan hat destpêkirin.

Di operasyonê de heta niha bi ser gelek malan de hatiye girtin û hejmarek kesên hatin desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariya Edenê hatin birin. Operasyon bi armanca desteserkirin kesên din jî berdewam e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst