Li 19 bajaran 34 kes hatin desteserkirin

05-09-2024
RÛDAW
Nîşan Cemaeta Gulen Desteserkirin Alî Yerlîkaya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 19 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 34 kes bi tohmeta cemaeta Gulen hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku li dijî Cemaeta Gulen li 19 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyoneke bi navê "Kiskaç-26" hatiye kirin.

Yerlîkaya da zanîn ku di encama operasyonê de 34 gumanbar bi tohmeta Cemeata Gulen hatine desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Yerlîkaya, kesên ku hatine desteserkirin di nav avahiya leşkerî û ewlehiyê ya veşartî ya cemaetê de cih girtiye.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê her wiha ragihand ku di operasyonê de gelek materyalên dijîtal jî hatine bidestxistin.

Bajarên ku operasyon li wan hatine kirin ev in: Edene, Amasya, Enqere, Antalya, Aksaray, Bursa, Edîrne, Eskîşehîr, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Qesyserî, Kirşehîr, Mugla, Tokat, Trabzon, Erzirom, Dîlok û Mereş.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst